Alîkariya Tirkî ji DAÎŞ re di pirtûka rojnamevanekî Misrî de

kurdistani 11:48 AM - 2016-02-01
Alîkariya Tirkî ji DAÎŞ re di pirtûka rojnamevanekî Misrî de

Alîkariya Tirkî ji DAÎŞ re di pirtûka rojnamevanekî Misrî de

Navenda El-Qahîra ya Lêkolînên Kurdî, bi sernavê “Macereya rojnamevanekî Misrî li dewleta DAIŞ’ê” pirtûkek nû weşand.

Navenda El-Qahîra ya Lêkolînên Kurdî, bi sernavê “Macereya rojnamevanekî Misrî li dewleta DAIŞ’ê” pirtûkek nû weşand. Pirtûk, çîroka ketina rojnamevanê Misrî El-Seyid Ebdulfetah ji herêmên dagirkeriya DAIŞ’ê re, hovîtiya çekdaran û alîkarîdayîna dewleta Tirk ji wan re vedibêje.

Rojnamevan El-Seyid Ebdulfetah di pirtûka xwe de dibêje ku ew bûye çavdêrê rewşa gel a ku ji ber hovîtiya DAIŞ’ê kambax bûye û destnîşan dike ku li beramberî vê wî operesyonên Yekîneyên Parastina Gel ên ku gelê wê herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine, şopandiye.

Pirtûka ku beriya çend rojan ji aliyên Navenda El-Qahîra ya Lêkolînên Kurdî ve hatibû çapkirin û niha li hola 2’emîn a Pêşengeha Pirtûkan a li Borsaya Weşandina Pirtûkan tê pêşandan.

Pirtûk gelek belgeyên alîkarîdayîna dewleta Tirk ji DAIŞ’ê re û hevkariya wan bi hev re raber dike. Ew behsa alîkariyên ku hikumeta Tirkiyeyê bi serkêşiya Erdoxan û istîxbarata Tirk dide çekdarên DAIŞ’ê û çawa tên perwerdekirin, dike.

Li aliyekî din nivîskar şerê şervanên jin yên Kurd ê li hember çekdarên DAIŞ’ê û qehremaniyên wan ên li Kobanê û herêmên de vedibêje.

Ebdulfetah di pirtûkê de hevpeyvînên xwe yên bi kesayetên Êraqî, Sûriye û Kurd ên di mijarên “Rêxistina terorîst, cîhana di nav îslamê de, alîkarîdayîna Tirkiyê ji DAIŞ û El-Nusra, şerê Tirkiye yê li dijî kurdên li Sûriye û ÊIraqê, îmkanên destpêkirina şerekî di navbera dewleta Tirk û PKK” de nivîsiye.

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket