YNKê bi berdewamî deriyê çareseriya pirsgirêkan vekirî hiştiye

kurdistani 10:17 AM - 2016-02-01
YNKê bi berdewamî deriyê çareseriya pirsgirêkan vekirî hiştiye

YNKê bi berdewamî deriyê çareseriya pirsgirêkan vekirî hiştiye

Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan – YNKê Mela Bextiyar, bi amadebûna hejmarek berpirs û kadirên YNKê li Silêman pêşwazî li serokê fraksiyona Hevpeymaniya Hêza Êraqiyan li parlementoya Êraqê û sekreterê giştî yê Tevgera Hemayê Dr. Ehmed Elmesarî, berpirsê Kerkûk yê Tevgerê Hatim Îsmaîl Cim’e û çend kesayetiyen eşîretên cûda kir.

Di hevdîtinê de rewşa Êraq û navçeyê, peywendiyên herdu aliyan û hewlên çareserkirina pirsên navxweyî yên Êraq û çawaniya geşekirina demokrasî û medeniyetê hatin rojev ê.

Heval Mela Bextiyar ragihand ku Êraq û navçe ji rewşek aloz û siyasî, aborî û civakî re derbaz dibe. Bandoriya bahara erebî jî li ser Êraqê bi payiza erebî bi nav kir û got: “Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan bi berdewamî deriyê çareseriya arîşan vekirî hiştiye û beşeke ji çareserî û gotûbêjên hevkêşeyên siyasî yên nû li navçeyê.”

Heval Mela Bextiyar, Başûrê Kurdistanê wek malbenda xebata neteweyî ya 50 salên buhurî bi nav kir û bal kişand li ser rola wê li Rojava û Bakûrê Kurdistanê ku beşeke mezine di hevkêşeya siyasî de û tekez kir; dîrokê selmandiye ku bi avakirina demokrasiyê, arîşên ku hene çareser dibin. Wekû Kurd, li wê zêdetir ji bo netewa Kurd wê çi bibe, ya girîng ewe çi li navçeyê wê rû bide.

Heval Mela Bextiyar, hevramanî û sazkirina stratejiyeke nû û geşekirina demokrasî, medeniyet û rewşengerî li Êraqê di nava Kurd û erebên sunne de bi girîng zanî.

Dr. Ehmed Elmesarî di axaftina xwe de ragihand ku Kurdistan di dilê erebên sunne de xwedan cîhekî taybet digre û hewandina awareyên ereb jî di rewşa ne li bar de giranbûha bi nav kir.

Herwisa, mafên gelê Kurd di çarçoveya Herêma Kurdistanê de ji bo yekparçeyiya axa Êraq û çareserkirina pirsgirêkan bi pêwîstiyek girîng zanî.

Bi hêzkirina peywendiyên navbera herdu aliyan û ligel Herêma Kurdistanê jî bi girîng li qelem da.

PUKmedia-pukpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket