YNK`ê serdana Mesûd Barzanî dike

kurdistani 05:50 PM - 2016-01-25
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê`ê serdana Mesûd Barzanî dike

Sekerteriyata karûbarê Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ragihand ku ew şandeya ku wêm serdana Mesûd Barzanî bike, di asta herî bilind de ye.

Berpirsa karûbara Politburoya YNK`ê Bilêse Cebar Ferman ji PUKmedia`yê re ragihand ku ew civîna ku bi awayekî fermî ji aliyê Mesûd Barzanî ve hatiye banghêştkirin, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê pejirand û wê bi şandeyeke bilind tevlî wê civînê bibe.

Aşkire kir ku ew şandeya pêkhatiye li berpirsê desteya kargêrî ya politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar û herdu endamên politburoyê Hakim Qadir û Omer Feteh û Ehmedî Sedî Pîra wek berpirsê peywendiyan.

Belêse Cebar Ferman di axiftina xwe de, amaje bi wê yekê kir û aşkire kir ku Yekîtiya Nîştimanî herdem amadeye ligel her alî û partiyekî rûne û bicive tako alozian çareser bike û li hemû pirsgirêkan guhdar bike û beşdarî nêrînan bike û riya çareseriyê jê re peyda bike..

PUKmedia-Diyar Star

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket