Hêro Îbrahîm Ehmed ligel Serkonsolê Amerîkayê civiya

kurdistani 03:53 PM - 2016-01-24
Hêro Îbrahîm Ehmed ligel Serkonsolê Amerîkayê civiya

Hêro Îbrahîm Ehmed ligel Serkonsolê Amerîkayê civiya

Hêro Îbrahîm Ehmed, daxwaz ji Serkonsolê Amerîkayê kir ku fişarê bixin ser Bexdadê ji bo hevkarîkirina Pêşmerge û serfkirina budce û mûçeyê Pêşmerge.

Endama Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan – YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed bi amadebûna Pavêl Talebanî li bajarê Silêmaniyê ligel Serkonsolê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Matyas Mîtman û şandeya ligel wî civiya.

Di hevdîtinê de rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn hat gotûbêjkirin. Herwisa tekîdî li ser bi rêya diyalogê çareserkirina pirsên siyasî yên Herêma Kurdistanê û hevkarîkirina bi Pêşmerge hat kirin.

Hêro Îbrahîm, xemgîniya xwe li beramber kêmasiyên hevkariya leşkerî û hevkariya bi Pêşmerge jî anî ziman û ragihand; pêwîste di warê leşkerî û pêdîviyên şer  de bi taybetî di warê maddi de zêdetir alîkariya Pêşmerge bê kirin ku rûbirû terorîstan dibe û ew grûpa terorîst metirsî li ser ewlehiya cîhanê durust kiriye.

Herwisa daxwaz ji Serkonsolê Giştî kir bi awayekî ciddî fişarê bixin ser Bexdadê, da ku budce û mûçeyê Pêşmerge ji aliyê Hikûmeta Iraqa Federal bê serfkirin.

Hêro Îbrahîm Ehmed di beşekî din axaftina xwe de bal kişande li ser bandoriya krîza darayî ku jiber hatina aware û penaboran ji bo Herêma Kurdistanê durust bûye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket