Yekem car ez sînorê navbera du dewletan derbas dikim; her du alî jî kurd in

kurdistani 05:49 PM - 2016-01-23
Helîm Yusif û Ehmed Huseynî

Helîm Yusif û Ehmed Huseynî

Xelek-1

Roj 20.12.2015 bû. Ji Silêmaniyê, serê sibehê zû, min xatir ji hevalê xwe Fethullah Huseynî xwest û min berê xwe da aliyê Duhokê. Li wir hevalê min ê rê Ehmed Huseynî li pêşiya min bû, da ku em bi hev re herin ber bi avê ve, ber bi Sêmalka ve û di wî derî re em derbasî rojavayê Kurdistanê bibin. Bi rê de kelecaneke mezin ez girtibûm. Di dawiya sala 1999‘an de min sînorên welêt li pey xwe hiştibûn û li Almanyayê bi cih bibûm. Tevî şopandina min a rojane ji rewşa Rojava re, her dîmenên ku di serê min de diçûn û dihatin ew dîmenên kevin bûn, ewên ku gava ez li wir bûm. Bi vî awayî her guhertina  ku di van pazdeh salan de qewimîbû ji bo min nû bû. Wê ev guhertin çawa ji nêzîk ve xuya bibin, vê pirsê ez gelekî mijûl dikirim. Demjimêr derdora yanzdehê sibehê bû em gihîştin ber avê. Yekem car bû di jiyana min de ku ezê sînorê di navbera du dewletan de derbas bikim û her du aliyên sînor kurd in. Her du dewlet êdî bi termolojiya kurdan ne Iraq û Sûriyê ne, belê Başûr û Rojava ne. Li aliyê Başûr gava em ber bi nivîsgeha berpirsiyarê wî alî ve çûn xortekî nûhatî ber bi me ve hat û xêrhatineke germ li me kir. Ji Ehmed Huseynî re bi germayî got: 

- “Kerem bike mamoste, kerem bike” û cihê rûniştinê pêş me kir. Gava herdu pasaportên me ji dest me girtin û derbasî cem yê berpirsiyar bû, Ehmed bi kêf li min zîvirî: 

- “Na, na, rewşa me baş xuya ye.” Lê bi derbasbûna me ya cem yê berpirsiyar re û bi awayê pirskirina wî re hat xuyakirin ku rewşa me qet baş xuya nake. Yê berpirsiyar pasaportên me yên Ewropayî di nav destên xwe de qulipandin û pirsên bi vî awayî kirin:

- Tu çi karî dikî?

- Tu karê siyasî dikî yan na?

- Tuyê biçî Rojava çi?

Gava ku carekê û diduyan pirsa xwe ya di derbarê kar de dubare kir, hevalê min bi pistepist got; ku wî em naskirine û ezê jî bersiva ku li bendê ye jêre bêjim. Ehmed wisa bêyî ku guh bide madtirşiya wî, bi zelalî jêre got:

- Ji bilî ku ez helbestvanekî kurd im, ez û hevalê xwe yê nivîskar em bernameyan jî di Ronahî TV de çêdikin.

Yê berpirsiyar serê xwe hejand û wekî ku bêje; jixwe li benda vê yekê bûm, ji me re got: 

- Kerem bikin derve, emê bersivê bidin we.

Em ji nivîsgeha yê berpirsiyar derketin û li benda bersivê man. Herdu pasaportên me di nav destên wan karmendên wê derê de diçûn û dihatin û me nizanîbû çi dibe. Xortekî pasaportên me anîn û ji me xwest em ber bi yê zabit “efser” re herin. Em derbasî cem yê zabit bûn, yekser kesekî din jî hat, ew yê zabit derbasî oda kêlekê bûn. Di wê navberê re heta yê zabit dest bi lêpirsînê kir, dora du demjimêran di ser gihîştina me re derbas bibû. Piştî danûstendin û pirs û bersivan got; nabe hûn derbas bibin. Divê hûn erêkirinê ji Dîwana Serokatiyê bînin û talîmat wiha ne. Bi vê gotina wî re min hêviya xwe ji derbasbûna sînor birî û ez bêdeng mam. Ehmed dest bi pirsan kir û xwest yê zabit nas bike. Paşnavê wî Mizûrî bû. Jê pirsa hebestvanê kurd Ebdurrehmanê Mizûrî kir û ketin nav axaftinên cihê. Di encamê de, yê zabit got; ku hûn dikarin vê carê derbas bibin, lê careke din bê destûrwergirtin ji Dîwana Serok nabe hûn derbas bin. Me pasaportên xwe ji dest yê zabit girtin û mîna du çêlîkên çûkan yên baskokirî ku ji devê pisîkekê bifilitin, me çenteyên xwe hilgirtin û em ber bi hêlîna xwe ve, ber bi aliyê Rojava ve bilez çûn. Li ber avê em pêrgî Mihemed Mîro bûn, ku endamekî Rêxistina Yasa ya Hiqûqî ye. Li ber avê em bi hev re li qeyika biçûk siwar hatin. Qeyikê ji Başûr di çend xulekan de em birin aliyê Rojava. Li wir Mihemed Mîro xatir xwest û çû Dêrikê, wisa jî du sê xortên nûhatî ber bi me ve hatin û pêşwaziya me kirin: 

- “Hûn bi xêr hatin Rojava.” Em li erebê siwar kirin û berê me dan cem birêveberiyê. Li oda birêveberiyê du rojnamegerên din yên biyanî jî hebûn. Bi pêşwaziyeke germ û bi rêzgirtineke mezin me dora demjimêrekê li wir qedand, hetanî ku biraziyê min Bengîn ji Amûdê giha cem me. Pilan wiha bû ku yekem cihê ku em herin serdana wî li Rojava goristana şehîdan be û gora Helebçê (keça hevalê me yê kevnar Taha Xelîl) be. Bi rê de min Taha agahdar kir ku wê baş be eger ew dora demjimêr çar li ber deriyê mezerê şehîdan li benda me be. Ew şehîdên ku ji me re riya vegerê vekirin, ewên ku hetanî em li jiyanê bin emê deyndarên wan bin. Bi dîtina wê axê re, wan rê û rêçikên dirêj û tozgirtî re, bi dîtina wan erdên berfireh û wan asoyên vekirî re, kela girî kete qirika min û ji kursiyê tirimpêlê ya paş ve yê îskeîska Ehmed Huseynî ku nikarîbû veşêre zor da hêsirên min û giriyekî bêdeng qurmê zimanê min girêda. Berî pazdeh salan dema min pişta xwe da vê axê, min digot; ezê vegerim ne ji bo careke din li ser vê axê bimeşim, lê ji bo ketina bin axê. Vegereke wisa ku alên kesk û sor û zer li ser vê axê bilind bin û ne mirî, sax û serbilind vegerim, ne tenê xewn bû, belê tiştekî ji xewnê bi wêdetir bû. Vaye ew xewn dibe rastî û serbilind vedigerim welatê xwe. Ev yek zêdeyî taqeta min bû û tenê hêsiran dikarîbû vî agirê di giyan û dil de vêketî sivik bike. Dêrikê, Girkêlegê, Tirbesipiyê û ...gelek gund û bajarokên din me li pey xwe hiştin û em ji Qamişlo, ji wargeha hezkiriyên jiyanê nêzîk dibûn.

[email protected]

  helim.yusiv

(….wê bidome)

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket