Şandeya jinan a YNK’ê li nûnertiya Yekîtiya Star bi Hediye Yûsûf re rûnişt

kurdistani 12:37 PM - 2016-01-22
Şandeya jinan a YNK’ê li nûnertiya Yekîtiya Star bi Hediye Yûsûf re rûnişt

Şandeya jinan a YNK’ê li nûnertiya Yekîtiya Star bi Hediye Yûsûf re rûnişt

Şandek jinan a ji meclisa Partiya YNK’ê pêk dihat bi Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsûf a ji bo pêkanîna çend rêze hevdîtinan hatiye Herêma Kurdistanê, li Navenda buroya Yekîtiya Star a li Herêma Kurdistanê hat gel hev. Di hevdîtinê de li ser rêxistina hevbeş a jinên Kurd nirxandin hatin kirin, her wiha hat gotin ku hêza pêşengiya yekîtiya neteweyî bike li gel jina Kurd heye.

Şandeya ji endama komîteya Navendî ya YNK’ê Mahabad Şêx Hemê Emîn, Gulale Mamê Ezê û Şirîn Mehmût pêk dihat, bi Hevseroka Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Hediye Yûsûf ku ji bo pêkanîna çend rêze hevdîtinan hatiye Herêma Kurdistanê hevdîtin pêk anî. Hevdîtin li navenda nûnertiya Yêkîtiya Star a li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê saet 12.00’an pêk hat. Di hevdîtinê de nûnera Yêkîtiya Star a Herêma Kurdistanê Nujîn Yûsûf jî amade bû.

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsûf di hevdîtinê de diyar kir ku divê jinên Kurd bingeha têkoşîna hevbeş û yekîtiyê bihêz bikin û wiha axivî; “Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Jinan ji bo vê şoreşê di aliyê leşkerî, civakî û siyasî de pêşengî kirin. Ev şoreş bû şoreşekî ya tevahî jinên Kurdistanê.”

Hediye Yûsûf di dewama axaftina xwe de peyama yekîtiyê da, diyar kir ku ji ber pirsgirêkên siyasî yên li gel PDK’ê bi kaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê bûne û got ku pêwîst e gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê cûdakariyên fikrî û pirsgirêkên heyîn danin holê û li hemberî dijminên gelê Kurd bibin yek. Hediye Yûsûf wiha jî got; “Jinên Kurd dikarin pêşengiyê ji vê yekîtiya neteweyî re bikin.”

 Li ser navê şandeya jinan a YNK’ê jî mahabad Şêx Hemê Emîn ku di hevdîtinê de axivî,  wiha got; “Weke jinên Başûrê Kurdistanê em ê destekdayîna şoreşa Rojava berdewam bikin.” Emîn diyar kir ku divê ezmûnên xwe jî parve bikin, bal kişande ser rolê jina Kurd di têkoşîna azadiya Kurdistan û dîroka wê de û got ku ew jî ji bo heya karine bigehine van astan dinava gelek zorî û zehmetiyan re derbas bûne. 

Di dawiyê de Hevseroka Kantona Cîzîrê ya Rojavayê Kurdistanê Hediye Yûsûf şandeya jinan dawetî Rojavayê Kurdistanê kir û xwest ku ew bi xwe şahidiyê ji şoreşa Rojava ya bi pêşengiya têkoşîna jinê çêbûye re bikin.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket