Cendirmê Tirkiyê berpirsekî mezin yê opoziyona Sûriyê kuşt

kurdistani 09:36 AM - 2016-01-17
Cendirmê Tirkiyê berpirsekî mezin yê opoziyona Sûriyê kuşt

Cendirmê Tirkiyê berpirsekî mezin yê opoziyona Sûriyê kuşt

Cendirmeya Tirkiyê berpirsekî mezin yê opoziayona Sûrî li ber sînor birîndarkirin û piştre jî jiyan ji dest da.

Peyvdarê Artêşa Şoreşgeran Tariq Ebu Zêd ragihand ku duhî hêvarî artêşa Tirkiyê li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê, berpirsekî mezin yê Îtîlafa opozisyona Sûrî bi navê Amar Kilot birîndar kir û piştî ku rakirin nexweşxaneya Mêrsînê, jiyana xwe ji dest da ye..

Peyvdarê Artêşa Şoreşgeran di rûpela xwe ya vegihîştina civakî de, ragihand ku cendirmeyên Tirkiyê, li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê, nûnerê desteya erkanê ya îtîlafa Sûrî yê opozisyonê Amar Kilot li ber sînor gulebaran kirin û ew birîndar kirin û di encamê de, jiyana xwe ji dest da.

Tariq Ebu Zêd aşkire kir ku piştî kuştina Amar Kilot, tpiştî birîndarkirina wî, ew birin bajarê Mêrsînê û li wir jiyan ji dest da û li Mêrsînê binax kirin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket