Naveroka civîna YNK û PDKê

kurdistani 10:22 AM - 2016-01-13
Naveroka civîna YNK û PDKê

Naveroka civîna YNK û PDKê

Mela Bextiyar: Civîna me ya îro digel PDKê baş û îcabî bû

Nêçîrvan Barzanî: Şanda YNKê çend pêşniyar bo me pêşkêş kirin derbarê çawaniya dariştina peywendiyên navbera me û em wê gotûbêj dikin.

Îro Sêşemê 12-1-2016 herdu şandên pilebilind yên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê YNK û Partiya Demokrat ya Kurdistanê PDKê li bajarê Hewlêrê bi armanca çareserkirina kirîzên ku rû li Herêma Kurdistanê vegirtine û gotûbêjkirina çend pirsên din jî civiyan.

Piştî civînê, heval Mela Bextiyar berpirsê desteya kargêrî ya polîtburoya YNKê di daxuyaniyekê de ragihand, civîna me digel şanda PDKê de baş û îcabî bû.

Mela Bextiyar got: ew 5 xalên ku di civîna berê de ku em liser negihiştibûn rêketinekê, îro me ew daraştin ku taybetin bi peywendiyên navbera me û erkên hevbeş yên me.

Herweha got jî: me pêşniyar bo PDKê kiriye derbarê erkên hevbeş yên me li Kurdistan û Iraq û navçeyê û beşên din yên Kurdistanê.

Ji aliyê xweve Nêçîrvan Barzanî derbarê civînê de ragihand, şanda YNKê çend pêşniyarek pêşkêşî me kiriye derbarê çawaniya dariştina peywendiyên navbera me  û wê yekê gotûbêj dikin.

Ragihand jî, pêşniyarên YNKê gotûbêj dikin û civînên me dê berdewam bin.

Derbarê kirîza darayî jî li Herêma Kurdistanê û daketina bujaya neftê jî got: eger buhaya neftê bi berdewamî dakeve, ev kirîza darayî li Herêmê heta demeka din jî dirêj bike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket