YNK`ê gereke nû ji bo aloziya serokatiya Herêmê dest pê kir

kurdistani 09:42 AM - 2016-01-11
 YNK`ê gereke nû ji bo aloziya serokatiya Herêmê dest pê kir

YNK`ê gereke nû ji bo aloziya serokatiya Herêmê dest pê kir

YNK`ê gereke nû ji bo çareserkirina aloziya serokatiya Herêma Kurdistanê ligel aliyên siyasî dest pê kir

Ji bo çareserkirina aloziya derbarê pirsgirga serokatiya Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, careke din, ligel aliyên siyasî û peywendîdar yên li Herêma Kurdistanê, dest bi hevdîtin û gotûbêjan kir,.

Her weha di wê barê de, duhî roja yekşemê, berpiresê peywendiyên giştî yê YNK`ê Sedî Pîra ligel Eniya Turkmanî derbarê çawaniya çareserkirina pirsgirêka serokatiya Herêma Kurdeistanê û mijarên derbarê yekxistina bîr û nêrînên di wê barê de, got û bêj kirin.

Piştî bi dawîbûna civîna herdu aliyan, dest bi kongireya rojnamegeriyê kirin û tê deserokê Eniya Turkmanî di barê rola serok Mam Celal di piştîvanîkirina Turkmanan û mafên wan yê rewa kir.

Her weha Sedî Pîra jî tekes li ser parastina mafên Turkmanan li ser asta parêzgeh û Herêma Kurdistanê jî kir ku ji vir û pê ve Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê careske din ji bo çareserkirina pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê, wê dest bi gereke nû dike û wê ligel hemû aliyan gotûbêj bike.

PUKmedia-Fuad Osman

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket