Rojnamevanan biparêzin û rê nedin bi nêçîrvanên nankor

kurdistani 06:50 PM - 2016-01-05
Hozan Efrînî

Hozan Efrînî

Derbarê êrişên li ser rojnamevan û peyamnêran de, ku li Rojavayê Kurdistanê tên kirin, nêrîn û banga min ev e.

Ji bo rêveberiya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê yê hêja...

Ji bo tevahiya aliyên peywendî dar yên Rojavayê Kurdistanê....

Ez wek rojnamevanekî Rojavayê Kurdistanê, ku ji 2005`ê ve di barê Rojavayê Kurdistanê de, xebatên rojnamegeriyê dikim û çi bi hevdîtin û çi bi raportên rojnamegrî û çi bi nûçe û daxuyaniyan be, min li gor xwe, erkên pîşeya xwe bi cîh anî, min di şoreşa Rojavayê de jî, bi belgeh û hemû karên li berçavan, beşdarî destanên hêzên me yên qehreman di dema şer û pevçûn û berevaniya li hemberî êrişên terorîstan de, li Efrîn û Kobanê û Cizîrê jî û ew ne minete lê erkê mine.

Ez ji roja ku di barê rojnamegeriyê de û heya îro bi awayekî piranî li ser karûbarên siyasî û aborî û civakî û mafperwerî yê Rojavayê Kurdistanê, dinivîs im û berdewam mim û ezê her berdewam bikim û ezê wê erkê bibim encamê. Ev kar karekî girînge ji gelê me yê Rojavayê Kurdistanê re, lê ez ne li ser hesabê aliyên din an kesên din bikim. Ez di nûçe û raportên xwe de, girîngî didim rastiyan, ji ber ku rastî mîna tava rojê we ye, eger ez veşêrim, wê li saziyeke din yê rojnamegeriyê bê nîşandan û karê min wê bê bandaor û bê wate bimîne. Ji ber wê jî, ji 2005`an û heya îro ti kes û aliyekî nikaribûn li ser karêm min yên rojnam,egeriyê tiştekî peyda biki ji bilî hinek car aliyên siyasî hene dixwazin mirovan li gorî xwe bikar bînin, lê ez bi hişyarî nêzîk dibim û xwe nakim armancên ti kes û aliyan.

Lê tiştê ku ez pir maliq dimînim ew ku çawa êriş li dijî rojnamevan an peyamnêrên kenal û aliyên dijber tên kirin û bi navê asayîşê xwe ji wan re didin nasandin.!!!??

Gelo ev çi helwest e..?

Gelo kê peyamnêrê Yekîtî Media Cengîn Elîko revan û lêxist..?

Gelo kî li pişt vê lîstokê ye.?

Gelo ev çi karên ne ron tên kirin.?

Her çiqas ez helwest û karên malpera (Yekîtî Media) bi yekcarî nepejirînim û ez nûçe û helwestên wê malperê, di xizmetî Eniya Nusre û Ehrarê Şamê û DAIŞê dinirxînim, lê lêdana peyamnêr ne di cihê xwe de ye û ew kesên ku bi navê asayîşê xwe dane nasandin, gereke bên girtin û bêne dadgehkirin.

Ez wek rojnamevanekî serbixwe, bawer nakim ku ew kesê ku wê kesekî bi dizî birevîne û lêbide û nekoje, xwe bi wî bide nasandin. !

Ez kok bawer nakim ku kesên ku wê xirapî an tawanbarî an nerewtiyê bi serê kesekî bike, jê re nabêje û pîlana xwe li hemberî wî kesî aşkire nake ku tenê kesê bê aqil be.

Ew gotina ku hatiye kirin ku yek ji wan kesên peyamnêr Cengîn Elîko daye revandin, xwe bi asayîş daye nasandin, ev çîrok li min mîna yê filîmên Hindî tê nirxandin. Gelo çawa diz wê ji xwediyê malê re bibêje ez dizim..? Gelo çawa kujer wê ji qurbaniyê xwe re bibêje ez kujerê te me..? Gelo çawa wê tawanbar beriya tawanê encam bide, wê bibêje ez tawanbar im.? Gelo ev yek tê mêjkê mirovan.? Gelo çima mirovên me li riyên çaerseriyê nagerin û herdem li riyên mezinkirin û tevilheviya bêhtir ji pirsgirêkan re digerin.?

Lê dîsan çi dibe bila bibe, êrişkirina li ser rojnamevanan ne di cihê xwe de ye û ez baer im ku rêvebertiya we ya hêja wê rastiya vê bûyerê aşkire bike û kesên wê kara kirine wê bidin ber masayê dadgehê û li gorî yasayê wê bêne sizadanê.

Ji ber ku gelek kes û alî yên ku bi nêçîrvaniya nankor tên zanîn, dixwazin bi van buyeran xwe bidin jiyan kirin û pêwîste rêvebertiya asayîşa Dirbesiyê rê li ber vê karî bigre tako ew kesên dixwazin di vava lihevketî de masiyan bigre vala derkevin.

Ez daxwaz ji rojnamevanên kurd ku li Rojavayê Kurdistanê dixebitin daxwaz dikim ku beriya hemû tiştî, parastina ewlehiya nîştimanî bidin ber çavên xwe û kar bikin. Ji ber ku îro Rojavayê Kurdistanê ne dewleteke azad û serbixwe û xwedî parleman û serokatî û hikûmeta yekgirtî û endamê Neteweyên Yekbuyî ye tako em mîna welatên Ewropayê bibêjin dê em 24 demjimêran li kêmasî û şaştî û çawtiyên hikûmetê bigerin û ji raya giştî re aşkire bikin.

Îro rewşa Rojavayê Kurdistanê cudatir e ji ya hemû welatan, em nebûne dewlet, em bi fermî nebûne hikûmet, em hîn di bin metirsîdariya êrişên terorîstan û welatên erebî û tirkî de ne. Hîn em nebûne xwedî nansnameya fermîder, hîn em nebûne xwediyê sînorê fermîder tako em 24 demjimêran nûçeyên dijbertiyê li ser hikûmeta xwe bikin tako çaksaziyê bike. Ev rêveberiyeke tenê ji bo parastina ew destkeftin ku di encama rijandina xwîna 5000 hezar keç û kurên Kurdistanê li hemberî êrişên komên terorîstên rûreş.

Ez bi hêvî me ku rojnamevanên me, beriya bîra partîtiyê bike, bila bîra netewî û parastina ewlehiya nîştimanî bike. Ji ber ku her lawaziyeke asayîşa Rojava an hêzên Parastina Gel bibe, ew ne li xizmetî partî û aliyên ENKD`ê ye, ew li berjewendiyên neyar û komên çete û terorîstên DAIŞ-Eniya Nusre û Ehrarê Şamê de ye.

Ji bo wê jî, pêwîste em li Rojavayê Kurdistanê, rastiya doza xwe bi cîhanê bidin nasandin, ne kêmasî û çewtî û şaştiyan..Emê bibin rojnamevanên parastina destkeftên gelê xwe, emê xwe bikin leşkerên parastina jiyana azad yê gelê xwe û niviyên dahato yên Kurdistanê.

Eger em rewşa Başûrê Kurdistanê û nakokî û şerê navxweyî yê ewqas sal li ber çavan re dervas bikin, dibe ku em wê yekê li ser Rojavayê Kurdistanê nepejirînin. Ew yek di serî de di stuyê rojnamevan û nivîskar û rewşenbîran de ye. 

Ez nabêjim ji Xweseriya Demokratîk re çepikan lêxin û ez nabêj im ji ENKS`ê re jî çepikan lêxin. Bila çepikên me ji bo serkeftinên doza me re be, bila çepikên me ji bo serkeftinên YPG-YPJ-HPG-Pêşmergeyan re be. Bila çepikên me ji yekrêzî û yekbûna gelê me re be.

Zor spas ji bo ew kes û aliyên ku dixwazin û aştî û aramiya navxweyî saz bikin, silav li wan yek bi yek.

Na û her na ji lêdan û girtina rojnamevanan re..

Erê ji bo ramanên azad û rojnamegeriya azad...

Hozan Efrînî...

5-1-2016

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket