Demîrtaş gihîşt Silêmaniyê

kurdistani 03:13 PM - 2015-12-08
Demîrtaş gihîşt Silêmaniyê

Demîrtaş gihîşt Silêmaniyê

Hevserokê Partiya Gelên Demokrat Selahedîn Demîrtaş bi nserdanekê gihîşt bajarê Silêmaniyê

Di wê barê de, çalakvanekî kurd li bajarê Ranyayê, ji PUKmedia`yê re ragihand ku îro roja sêşemê 8-12-2015`an, hevserokê HDP`ê rêzdar Selahedîn Demîrtaş bi serdaneke fermî gihîşt bajarêî Silêmaniyê û ji aliyê serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî Ya Kurdistanê ve bi germî hat pêşwazî kirin.

Çalakvanê siyasî yê kurd Es`ed Şawirî ji PUKmedia`yê re ragihand û got; Ji bo gotûbêjkirina proseya aştî û çareserkirina pirsa kurdî li Bakurê Kurdistanê û pirsên din yên girêdayî bi doza Kurdî ve, hevserokê HDP`ê Selahedîn Demîrtaş digel şandeyekê serdana Silêmaniyê kir.

Şawirî aşkire kir ku piştî serdana Demîrtşa ji Silêmaniyê re, wê serdana serokatiya Koma Civakên Kurdistan (KCK)`ê li Qendîlê bike û wê di barê pêşxistina proseya aştiyê ku ji aliyê hikûmeta AKP`ê ve hatiye astengkirin gotûbêj bikin.

Çalakvanê siyasî ew jî dazanîn ku eger derfeta Demîrtaş hebe, emê wî vexwînin bo bajarê Ranyayê tako mêvandariya me bike û xelkê Ranyayê gelek piştîvaniya HDPê kirine û dikin û wê ji me re cihî rêz û pêzanînê be.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket