Duh Malva mêvanê Silêmanî bû

kurdistani 05:06 PM - 2015-12-06
Duh Malva mêvanê Silêmanî bû

Duh Malva mêvanê Silêmanî bû

Duhî li bajarê Silêmaniyê hunermend Malva mêvanê şevekê li Silêmanî bû.

Bi gotin û nêrîn û çêrê kirin û salixdana kesayetiya hunermendfê mezin yê kurd yê nevnetewî Malva, duhî roja şemiyê li bajarê Silêmaniyê, di hola Diyalogê de, merasîmeke bîranîna çilrfojiya wî birêve çû.

Ew merasîm ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK)ê birêve çû ku giyana pak ya hunermend Omer Hemdî ku bi Malva dihate naskirin, bi beşdarbûna hejmarek ji rewşenbîr û helbestvan û hunermendên her çar aliyên Kurdistanê bi rêve çû.

Ew merasîm bi xuleke bêdeng ji bo rêzgirtin li giyanpakiya hunermend , Malva dest pê kir û piştre jî beşek ji mûzîka kemanceyê ji aliyê hunermend Mizgîn Mihemed ve hat pêşkêş kirin û piştre jî filîmeke sinivizyon li ser jiyan û xebata hunera şêwakarî ya nemir Malva hat nîşandan bi wêneyan.

Her weha piştre endamê desteya rêveber ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Hozan Efrînî dest bi rêvebirina merasîmê kir û rê li pêş helbestvanan vekir ku her kesên ku tiştên nirxdar ji bo wê merasîmê amade kirine berhemên xwe gotin.

Ew helbestvanên ku beşdarbûne û berhemên xwe pêşkêş kirine evin; Ehmed Huseynî, Narîn Dêrik, Dilşan Ankilî bûn û helbesta Ehmed Huseynî ku li ser Malva bû, bi zimanê Soranî ji aliyê hunermend Yasîn Hisên ve hat pêşkêş kirin û ew helbestvanan bi alîkariya saza Yasîn Hisên karên xwe bi dawî kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket