Konferansa MERI li Hewlêrê li darket

kurdistani 03:41 PM - 2015-11-05
Konferansa MERI li Hewlêrê li darket

Konferansa MERI li Hewlêrê li darket

Piştî nakokî û krîzên di navbera aliyan de îro 5 aliyên Herêma Kurdistanê ji bo cara yekê îro di panela Konferansa MERI de têne gel hev.

Li gor agahiyan îro 5 partiyên şirîkên hikûmeta Herêma Kurdistanê li cihê Konferansa MERI ya li Hewlêrê tevlî panela ku tê lidarxistin, dibin. Endamê Polîtburoya YNK’ê Ednan Muftî, Sekreterê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî, Serokê giştî yê Yekgirtûya Îslamî Mihemed Ferec, Serokê Komela Îslamî Elî Bapîr û Endamê Civata Tevgera Goran Aram Şêx Mihemed beşdarî panelê dibin.

Mijara panelê taybet bi qeyranên hundir û derve ya Herêma Rojhilata Navîn, pirsgirêk û nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ye.

Îro Konferansa MERI (Enistîtuya Lêkolînê ya Rojhilata Navîn) li bajarê Hewlêrê di roja xwe ya sêyemîn de bidawî dibe.

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket