Wezîrê Derve yê Turkiya serdana Hewlêrê dike

kurdistani 11:27 AM - 2015-11-04
Wezîrê Derve yê Turkiya serdana Hewlêrê dike

Wezîrê Derve yê Turkiya serdana Hewlêrê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li wezîrê karê derve yê Turkiya Ferîdûn Sinirlîoglu li Hewlêrê kir.

 Wezîrê karê Derve yê Turkiya Ferîdûn Sinirlîoglu şevê din gihişte balafirxaneya Hewlêrê û yekser serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Sinirlîoglu di hevdîtina xwe de diyar kir ku Herêma Kurdistanê endameke serekeye di cîbicîkirina aramiyê li navçeyê

Di hevdîtinê de peywendiyên di navbera herdu aliyan de herwiha rewşa navçeyê hatin gotûpêjkirin, Sinirlîoglu destnîşan kir ku pêwîst e Turkiye û Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê de li gel hev bin.

Ji aliyekî din ve Nêçîrvan Barzanî ji ber serkeftina pêvajoya hilbijartinê pîrozbahiya Sinirlîoglu gelê Turkiya kir. Barzanî herwiha behsa nakokiyên di navbera aliyên Herêma Kurdistanê de jî kiriye û got: “Em dixwazin bi rêya govtûgoyan pirsgirêkan çareser bikin. Di şerê bi DAIŞ’ê re hêzên pêşmerge serkeftinên mezin bidest xistin. Lê Herêma Kurdistanê pêwîstî bi dostên xwe bi taybet di warê xwedî derketina penaberan de heye. 

Wezîrê Derve yê Turkiyê îro bi serokê herêmê Mesûd Barzanî re dê rûnê. Herwiha wê tevlî konferansa MERI (Enstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn) bibe.

PUKmedia

 

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket