Dubare DAÎŞ êrîşî Kobanê dike, YPG jî dubare bersivê dide

kurdistani 01:27 PM - 2015-10-28
Dubare DAÎŞ êrîşî Kûbanê dike, YPG jî dubare bersivê dide

Dubare DAÎŞ êrîşî Kûbanê dike, YPG jî dubare bersivê dide

Êrîşên rêxistina terorîst DAÎŞ li ser xalên serbazî yên Yekîneyên Parastina Gel berdewame, li gorî ku di Welatî net de hat belavkirin hêzên Burkan Alfurat li dijî çekdarên DAÎŞê rawestiyane bi vê yekê DAÎŞ neçarkiriya vekişe.

Rêxistina terorîst DAÎŞ berdewame li ser bombebarankirina gundewarê rojava û başûrê Kobanê bi bombeyên Hawin êrîş li ser bargehên YPG li girê Dahola ya nêzî bajarokê Sirîn ya girêdayî Kûbanê ye, lê Yekîneyan bersiveke tund dan û ew neçar kirin paşvevekişin û zaniyariyên zêdetir derbarê ziyanan tune ye.

Ji aliyekî din ve YPG dest bi operasyona paqijkirina navçeya rojhelatê Ên Îsa û rojhelet û başûrê Kobanê ji bombeyên ku çekdarên DAÎŞ çandibûn kir, ew operasyon jî hate encamdan.

  Di encama bombeyên çandî  de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan ku yek ji wan Ahmed Bozane rêveberê partiya Aluhda ya demoqratiya Kurdî li rojavayê Kurdistanê.

Tê zanîn ku di 8 mehê bûrî de ji rizgarkirina Kobanê bi sedan welatî di encama bombeyên ku rêxistina DAÎŞ çandibûn şehîd û birîndarbûnin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket