Dr. Huseyîn Koçer: Daxwazên demokratîk ên gel ji bo me esas in

kurdistani 02:59 PM - 2015-10-27
Berpirsyarê Têkiliyên bi Gel re yê YPG'ê yê Serêkaniyê Dr. Huseyîn Koçer

Berpirsyarê Têkiliyên bi Gel re yê YPG'ê yê Serêkaniyê Dr. Huseyîn Koçer

Berpirsyarê Têkiliyên bi Gel re yê YPG'ê yê Serêkaniyê Dr. Huseyîn Koçer got, "Hêzên derve yên hatin destwerdana Sûriyeyê, ji bilî tinekirina Sûriyeyê û parçekirina gelan tiştek nekirin."

Dr. Huseyîn Koçer da xuyakirin ku avabûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk û ragihandina xwerêveberiya demokratîk li Girê Spî, ji bo avabûna Sûriyeyeke demokratîk gavên gelekî girîng in û got, "Hêzên derve yên hatin destwerdana Sûriyeyê, ji bilî tinekirina Sûriyeyê û parçekirina gelan tiştek nekirin."

Dr. Koçer mijarên di rojevê de ji ANF'ê re nirxand.

Dr. Koçer da xuyakirin ku avabûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk di dem û cihekî pêwîste hat ragihandin û destnîşan kir, ku di demeke hêzên digotin 'Em ji bo azadiya gelê Sûriyeyê şer dikin' tesfiye bûn û rûyên wan ên rast derketin holê de, ev hêz hat îlankirin.

Dr. Koçer got, "Derket holê ev hêzên desteka xwe ji derve digirin û di nava gelên Sûriyeyê rê li ber şer vedikin, ji bilî belavkirina Sûriyeyê û karên qirêj tiştekî nakin. Di demeke ku ev rastî derket holê de serketina hêzên şoreşa Rojava, wê ne tenê li Rojava bi sînor bimîne, wê bandorê li tevahiya Sûriyeyê bike. Di rewşeke bi vî rengî de Hêzên Sûriyeya Demokratîk ava bûn. Ji xwe yên ku xwe weke alternatîfa rejîma Baas pêşkêş kirin, aşkera bûn ku ne alternatîf in, bi temamî rêxistinên çete ne û tevlî nava gelek çeteyên weke El Nûsra û DAIŞ'ê bûn.

Di nava rewşeke bi vî rengî de hêviya hêzên Sûriyeyê, parastina yekîtiya hêzên ji bo azadî û demokrasiyê xaka xwe diparêzin diviyabû. Û pêwîstî pê hebû ku ev hêz bi temamî Sûriyeyî be. Ne tenê ji bo herêma lê ne, ji bo tevahiya Sûriyeyê pêwîst bû tevbigerin. Pêwîstî bi hêzeke bi vî rengî hebû."

Dr. Koçer da xuyakirin ku aliyê hevpar ê hemû hêzên di nava vê rêxistinbûyînê de cihê xwe girtine, avakirina Sûriyeya demokratîk e û got, "Ev hêz, ev çar sal in bi hev re li hemberî çeteyan şer dikin. Çi Sanadît, çi Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan, çi jî hêzên li nava YPG'ê şer dikin -Lîwaa Tehrîr, Siwar Reqqa, Bûrkan El Firat- ji Efrînê heta Dêrikê van hêzan bi YPG'ê re yekîtiyek ava kirin. Van hêzan di bin navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de gihaştin hev û meclîsên xwe ava kirin.

Ji bo hemû serketin û destketiyên di têkoşîna li hemberî çeteyan de tên bidestxist li tevahiya Sûriyeyê belav bibin, gaveke bi vî rengî hat avêtin. Ev gav wê di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de roleke dîrokî bilîze."

Der barê êrîşên dema dawî yên dewleta Tirk ên li ser sînor de ev nirxandin kir:

"Destketî û şoreşa Rjava, hemû polîtîkayên siyasî û dîplomatîk ên hikûmeta AKP'ê ya bi serkêşiya Erdogan pûç kir. Îdîaya 'bûyîna dewleta mezin' di ser dijminatiya li Rojava îflas kir. Çîrokên Erdogan û AKP'ê yên 'biratiya gelên Sûriyeyê û Sûriyeya demokratîk' pûç xuya kirin. Hêzên ku qaşo dibêjin wê Sûriyeyê demokratîk bikin an jî ji hêzên Baasê rizgar bikin, hat fêmkirin ku hemû ji bo xerakirina Sûriye û Rojava hatine. Di nava 4 salan de, bi taybetî çeteyên destekê ji dewleta Tirk werdigirin, gelek deverên Sûriye û Rojava kirin ku mirov nikarin lê bijîn."

PIŞTÎ KU PÊŞÎ LI NEXWEŞIYÊN TIRKIYE Û BAŞÛR HAT GIRTIN, DI NAVA WAN DE KRÎZ DERKET

Dr. Koçer anî ziman ku derket holê; ev hêz ji bo herêmê veguherînin gola xwînê hatine û got, "Ji ber vê yekê, kengî hêzên YPG'ê di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de gihaştin Girê Spî, hingî hemû hesabên dewleta Tirk ên li ser Sûriye û Rojava pûç bûn. Ji ber vê yekê, kengî projeya çareseriyê ya Rojava zelal bû û li Girê Spî rêveberiya xweseriya demokratîk hat ragihandin, vê yekê li cîhanê deng veda. Lê belê rêveberiyên Tirkiyeyê û Başûrê Kurdistanê helwesteke neyînî nîşan dan. Ji xwe tê zanîn ku ev her du hêz li ser Rojava xwedî peymanên veşartî û hevpar in. Van her du hêzan xwestin nexweşiyên xwe bixin nava me. Piştî ku li pêşiya van hat girtin, di nava van her du hêzan de, di heman demê de krîz derket."

'GEL HÊZEKE NE JI XWE QEBÛL NAKE'

Dr. Koçer anî ziman ku mîna AKP'ê piştî ku hesabên PDK'ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê têk çûn, li Başûrê Kurdistanê krîz kûrttir bû û bal kişand ser hêzên çekdar ên PDK'ê, ku hewl dide di bin navê 'pêşmergeyên rojava' de pêşkêş bike.

Dr. Koçer daxuyakirin, ku gelê Rojava van çekdaran ji xwe nabînin û wiha peyivî: "Eger ev hêz hêza me bûya, wê niha li vir bûya. Eger ev hêz bikeve destê gel û malbatên şehîdan, wê gel wan bi tifa xwe bifetisîne. Gel ji me re vê dibêje 'dema êrîş hatin kirin, dema zarokên me bi mehan li dijî çeteyan li çeperan li ber xwe didan, ev hêz li ku bûn, ku niha dibêjin ew ê werin'.

Eger civak, tiştekî ne ji xwe qebûl nake, hingî ti kes bi zorê nikare bide qebûlkirin. Eger em rabin bêjin 'bila werin' wê çaxê em ê bêhurmetiyê li şehîdên xwe, li nirxên gelê xwel bikin. Em dikevin sala 5'an, gelek bajar û gundên me zerarên mezin dîtin. Dema gel ev êş kişand, ev kesên han li ku bû, çi kar dikirin? Em dikarin vê bêjin; ev hêz hêza PDK'ê ye û dema dixwaze wan bişîne cihekî, wan dişîne wê derê.

Em niha berê xwe didin bajarên Reqqa, Şeddadê û Hola. Em ji bo Sûriyeyê êdî gavê diavêjin."

'GIRÊ SPÎ WÊ XWE BI XWE BI RÊ VE BIBE'

Dr. Huseyîn Koçer da zanîn ku ew ji aliyekî ve li dijî çeteyan têdikoş in, li aliyê din jî hemû derfetên xwe seferber dikin ku piştî şer herêmê bikin cihekî lê were jiyîn. Dr. Koçer got, "Tevî hemû neyîniyan jî hêdî hêdî rêveberiyên gundan ava dibin. Ji xwe îlana xwerêveberiya demokratîk a Girê Spî bandoreke gelekî erênî kir.

Hin kes hewl didin bi kampanya reşkirinê re nîşan bidin ku 'Girê Spî hatiye dagirkirin û demografiya wê hatiye guhertin'. Lê belê bi îlana xwerêveberiya li Girê Spî re, gelê li vê derê wê xwe bi xwe bi rê ve bibe. Hem ji aliyê jinê, hem jî ji aliyê xebatên sazîbûyînê ve sîstem tê rûniştandin û gel digihêje wê astê ku xwe bi xwe bi rê ve bibe. Îlana xwerêveberiya li Girê Spî, li hemberî hemû têkiliyên qirêj, bersiva herî watedar e."

Têbînî; Ev hevdîtin ya ANF`ê taybet bi Dr. Hisên Koçer re kiriye û me ji ji ber girîngiya wê, di PUKmedia`yê de weşand.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket