Li Girê Sipî serkirdeyekî partiya Kurdî jiyan ji dest da

kurdistani 01:15 PM - 2015-10-27
Li Girê Sipî serkirdeyekî partiya Kurdî jiyan ji dest da

Li Girê Sipî serkirdeyekî partiya Kurdî jiyan ji dest da

Îro li Girê Sipî Serkirdeyekî siyasî Rojavayê Kurdistanê jiyan ji dest da.

Li gundê Cirnê nêzîkî Girê Spî jî, teqîna mayîneke çandî rûda û di encamê de, serkirdeyekî Partiya Yekîtiya Demokratîk Emed Bozan jiyana xwe ji dest da û tevlî karwana nemiran bû.

Emed Bozan bi bavê Ebdo naskiriye û endamê komîteya serkirdeyetiya Partiya Yekîtî li Kantona Kobanê ye, xwediyê roleke baş ji bo xizmetkirina Girê spî û veghustina peyamên aştiyê di navbera kurdan û pêkhatên din yên Girê Sipîê û Kobanê de bû.

Hêjayî gotinê ye ku îro li Kantona Kobanê jî, mayînek bi şervanê xweregir yê YPG`ê ku xwediyê wêneya Orcînala cîhanî bû, jiyana xwe ji dest da û tevlî karwana nemirên kurd û Kurdistanê bû.

PUKmedia-Hozan Efrînî

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket