Di êrişa Tirkiyê li Kobanê 2 welatiyên sivîl birîndar bûn

kurdistani 02:49 PM - 2015-10-26
Di êrişa Tirkiyê li Kobanê 2 welatiyên sivîl birîndar bûn

Di êrişa Tirkiyê li Kobanê 2 welatiyên sivîl birîndar bûn

Li gorî Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel YPG ku di encama êrişên artêşa Tirkiyê li dijî deverên ser bi kantona Kobanê de, 2 Hemwelatiyên sivîl ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin birîndarkirin.

Di wê barê de, Fermandariya Giştî ya YPG`ê daxuyaniyek nivîskî weşand û evê li xwerê naveroka wê ye;

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

1. 25ê Cotmehê leşkerên giredayî Arteşa Tirk li nêzîkî gundê Bubanê ya rojavayê Kobanê êrîşek lidarxistin.

Di encama êrîşê de 2 hemwelatiyê me yên sivîl ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin birîndarkirin.

2. 25ê Cotmehê çeteyên DAIŞê li bejahiya bajaroka Sirîn a giredayî Kobanê êrîşek lidarxistin. Hêzên me li dijî êrîşên çeteyan a bi çekên giran bersîvê pêwîst dan.

3. 25ê Cotmehê hêzên me li dijî komên çeteyan a di taxa Bostan Paşa yê giredayî Halebê xwe bi cih kiribûn operasyonek lidarxist. Di operasyonê de qasî hat zelalkirin çetekî El Nusra hat kuştin

Navenda Ragihandina YPG

26 Cotmeh 2015

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket