18 şehîdên tekoşerên berxwedana Kobanê şandin Cizîrê

kurdistani 05:02 PM - 2015-10-24
18 şehîdên tekoşerên berxwedana Kobanê şandin Cizîrê

18 şehîdên tekoşerên berxwedana Kobanê şandin Cizîrê

Ajansa Hawarnwesê di nûçeyeke xwe de ragihand ku Saziya Malbatên Şahîdan a Kantona KOBANÊ cenazeyên 18 ‘şehîdên’ kantona Cizîrê ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe jidest dan, ji bo ku radestî malabatên wan bikin şandin Kantona Cizîrê.

Wê ajansê di berdewamiya nûçeya xwe de, wiha anî sernivîs; Cenazeyên her 18  ‘şehîdan’ berê li Goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê spartibûn axê. Malbatên wan îro gihan bajarê Kobanê da ku cenazeyan werbigrin. Kesên ku li wê derê amade bûn, ji malbatên her 18 ‘şehîdan’ re sersaxî xwestin.

Her weha di barê nav û nasnameyên wan 18 şehîdên kurd û Kurdistanê de, Ajansê Navên ‘şehîdên’  bi vê awayî li xwerê anî ronkirin:

Rojda Axîn, Egîd Delîl, Comerd Hesekê, Demhat Rojava, Şemdîn Hesekê, Sîpan Şiyar, Birosk Hesekê, Baran Berxwedan, Îsmaîl Zagros, Ardal Serêkaniyê, Kawa SerêKaniyê, Cîlo Murad, Omer Qamişlo, Şîlan Roken, Şoreş Qamişlo, Jiyan Tolhildan, Xwûn Reş Qamişlo, Cûdî Ararat.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket