DAIŞ’ê topên jehirî davêjin sivîlan

kurdistani 07:20 PM - 2015-10-20
DAIŞ’ê topên  jehirî davêjin sivîlan

DAIŞ’ê topên jehirî davêjin sivîlan

Ji ber topbarankirina çeteyên DAIŞ’ê gundê Til Ebirê yê girêdayî Kantona Kobanê hejmareke mezin ji ajalên kedîkirinê ji ber bihana tobên jeherî mirin.

Nûçegihanê ANHA’yê ji herêmê ragihand ku ji ber topbarankirina   çeteyên DAIŞ’ê ku zêdtirî 5 mehen li ser gundê  Til Ebir ê 35 kîlometre dikeve rojavaê Kobanê didome,hejmareke mezin ji ajalên kedîkirinê yên weke mirîşk mirin. Nûçegihanan diyar kirin ku çeteyan îro zêdetirî 10 topa ji aliyê Çemê Firatê ve avêtin gund û heta niha 5 ji wan neteqîyane. Nûçegihanan danzanîn ku ji topan bihna jeherê derktiye û ev yek jî dibe sedema peydakirina tirsê li cem gundiyan.

Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê jî welatî hişar kirin ku nêzî topên ku neteqîyane nebin.

Welatiyên gund diyar kirin ku çete rojane topên hawanê davêjin gund.

Tê zanîn çekdarên DAIŞ’ê di dawiya tîrmaha 2015’an de çekên kîmyayî li dijî bargehên YPG/YPJ’ê û sivîlên bajarê Hesekê kar anîn û wê demê Dr Faris Hemo destnîşan kir ku topên hawanê yên ku DAIŞ’ê avêtine taxên kurdan yên bajarê Hesekê ji madeyên kilor û kibrîtê pêk tên.

PUKedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket