Li Efrînê demsala çinîna Zeytûnan dest pê kir.

kurdistani 11:01 AM - 2015-10-17
Li Efrînê demsala çinîna Zeytûnan dest pê kir.

Li Efrînê demsala çinîna Zeytûnan dest pê kir.

Weke her sal li kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, demsala çinîna zeytûnan, di cotmehê de, dest pê dike û xelkê Efrînê bi giştî di her sê mehan de, dibin xwedî kar û îş û berhemên xwe derdixînin holê û aboriya kantona Efrînê pêş dikeve û rewşa xelkê wê deverê xwe ji qerz û dêndariyê rizgar dikin.

wek tê zanîn ku li kantona Efrînê bêtir ji 25 milyon darên zeytûnê hene, ji wan 15 milyon dar berhemdarin û 5 milyon jî li ber berhemê ne û 5 milyon darên din jî biçûk û nemam û nûhdarin.

Her sal wek vê demê, gelê Kurd li herêma Efrînê, di cotmehê de, dest bi çinîna zeytûna dike û digel xwediyê kargehan jî peymanan dikin taku zeytûnên xwe bi asanî bibin û bikin zeyt û ronê zer.

Zeytûna Efrînê yekek ji zeytûnên here binirx yên li asat Sûriyê ye, dei sala 2008`an de, di pêşangeheke navdewletî ya zeytûnan li welatê Îtaliyayê, Sûriyê li nav welatên Ereban yê yekem bû, di Sûriyê de jî, herêma Efrînê ya yekem bû di başbûn û pakbûn û tama wê de, ev tê wê wateyê ku hem ax û hem jîngeha mEfrînê ji navçeyên din yên welatên Erebî paktir û xweşiktir e û ev jî vedigere ser rastiya bixêrbûna axa Efrînê ji kar û barên keştûkaliyê re.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket