Pêşmerge li Kerkûkê 5 herêm rizgar kirin (Hat nûkirin)

kurdistani 09:39 AM - 2015-09-30
Pêşmerge li Kerkûkê serkeftinên mezin bidest xist

Pêşmerge li Kerkûkê serkeftinên mezin bidest xist

Berbanga îro çarşemê 30/9/2015 hêzên Pêşmerge û Dijî Teror ji bo azadkirina gundên rojava û başûrê Kerkûkê operasyon dan destpêkirin, di encama operasyona ku hê berdewam e heya niha 5 herêm hatine rizgarkirin.

Operasyona hêzên Pêşmerge û Dijî Teror li Kerkûkê berdewam e û heya niha 5 herêmên stratejîk hatine rizgarkirin û ziyaneke mezin gihandine terorîstan.

Fermandarê hêza 2yan ya Pêşmerge lîwa Merîwan ji PUKmedia re diyar kir ku li gor plana ji Pêşmergeyan re hatibû danîn, pêşveçûna Pêşmerge û hêza Dijî Terorê bi başî berdewam dike û 5 herêmên stratejîk heya niha hatine rizgarkirin.

Lîwa Merîwan da xuyakirin ku her yek ji herêmên Lîwaya 47an û gundên Diêdan, Kiwazkurd û Kiwazereb û Seyid Xelef bi temamî hatine kontrolkirin.

Çavkaniyê her wiha da zanîn ku heya niha operasyon li gor plana destnîşankirî tê meşandin û ziyaneke mezin li DAIŞ hatiye kirin û paşve vedikişin.

Derbarê ziyanên Pêşmergeyan jî Lîwa Merîwan got ku heya niha çend birîndarên wan hene ku rewşa wan ber bi başiyê ve diçe. 

PUKmedia / Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket