Li Kobanê mayîn bi zarokan de teqiya, 8 birîndar bûn

kurdistani 11:24 AM - 2015-09-28
Li Kobanê mayîn bi zarokan de teqiya, 8 birîndar bûn

Li Kobanê mayîn bi zarokan de teqiya, 8 birîndar bûn

Di encama teqîna mayînekê de 8 zarok li kantona Kobanê birîndar bûn, birîna hinekan jî giran e.

Çavaçkaniyekî ji Kobanê ji PUKmedia`yê re diyar kir ku li gundê Bobanê ser bi Kantonê ve mayînek teqiya, di encamê de 8 zarok bi navên (Şevîn 9, Lava 9, Ferzad 10, Hemûd 6, Înas 6, Ronas 8, Malva 7, Bêrîvan Mûsa 7) birîndar bûn.

Çavkaniyê da xuyakirin ku hemû zarok xizmên hev in û piştî bûyerê ji bo nexweşxaneyeke hikûmetê ya Pirsûsa Bakur hatin şandin.

Li gor heman çavkaniyê, ji ber giranbûna birîna hinek ji wan zarokan, ew ji bo nexweşxaneya Rihayê hatin rakirin.

PUKmedia 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket