Emerîka:Em li Sûriyê dikarin bi Rûsiya re hevkariyê bikin

kurdistani 05:55 PM - 2015-09-25
Emerîka:Em li Sûriyê dikarin bi Rûsiya re hevkariyê bikin

Emerîka:Em li Sûriyê dikarin bi Rûsiya re hevkariyê bikin

WASHÎNGTON – Wezîrê Parastinê yê Dewletêm Yekbûyî yên Emerîka Ashton Carter diyar kir ku ew dikarin li Sûriyê bi Rûsyayê re hevkariyê bikin. Carter da zanîn ku ji bo hevkarî bê kirin, şert e Rûsya li Sûriyeyê li çareseriya siyasî bigere û nehêle êrîş li hemberî mûxalîfên Esad bê kirin.
Carter got ku eger Rûsya dixwaze ji pirsgirêkê re çareseriyeke siyasî bibîne û êrîşî hemû mûxalîfên Beşar Esad neke, hingî em ê karibin qadên hevkariyê bibînin.
DYA îdîa dike ku Rûsya di hefteyên dawî de li rojavayê Sûriyeyê bajarê Lazkiye û derdora wê, balafir, helîkopter û tank bi cih kiriye. Duh jî li ser îdîaya ‘Rûsya li herêmê baregeheke leşkerî ava kiriye’ wêneyek hatibû weşandin.


PUKmedia-HAWARnews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket