DAIŞ li Mûsilê dev ji çend herêman berdide

kurdistani 11:41 AM - 2015-09-23
DAIŞ li Mûsilê dev ji çend herêman berdide

DAIŞ li Mûsilê dev ji çend herêman berdide

Hate ragihandin ku DAIŞ`ê di van çend rojên dawî de dest bi valakirina çend navendên xwe yên stratejîk li Mûsilê kiriye.

Çavkaniyekî agahdar ji nava bajarê Mûsilê ji PUKmedia`yê re diyar kir ku ev bû 3 roj terorîstên DAIŞ`ê bingeha leşkerî ya Geyara  û zîndanên veşartî li navçeya Hemam Elîl li bakur rojavayê Mûsilê vala dikin.

Çavkaniyê da zanîn ku pêştir DAIŞ li nava wa bingehê zêdetirî 1000 çekdarên xwe bi cî kiribû, her wiha gava ku bajarê Mûsilê hatibû dagirkirin, ew fermandarên artêşê û  serokên êlan û hemû kesên ku DAIŞ desteser kiribûn, xistibûn nava zîndana veşartî ya Hemam Elîl, va dawiyê jî hemû veguhestin nava Mûsilê.

Çavkaniyê sedema va gava DAIŞ vegerande nêzîkbûna operasyona rizgarkirina Mûsilê û ew ziyanên mezin yên balafiran di van du hefteyan de gihandine DAIŞ`ê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket