DAIŞ li Mûsilê rêbazên xwendinê li gor îdyolojiya xwe saz dike

kurdistani 02:09 PM - 2015-09-21
DAIŞ li Mûsilê rêbazên xwendinê li gor îdyolojiya xwe saz dike

DAIŞ li Mûsilê rêbazên xwendinê li gor îdyolojiya xwe saz dike

DAIŞ li bajarê Mûsilê hemû pirtûkên refên xwendinê dişewitîne û pirtûkên li gor fikir û îdyolojiya xwe çap dike û cilûbergên Efxanî dide xwendekaran.

Berpirsê malbenda YNK`ê li Nînewayê Xiyas Sûrçî ji PUKmedia`yê re eşkere kir ku terorîstên DAIŞ`ê hemû pirtûk û jêderên berê dişewitînin, li şûna wê pirtûkên taybet bi raman û îdyolojiya xwe li xwendekaran ferz dikin.

Sûrçî diyar jî kir ku pirtûkên nû xizmeta îdyolojiya DAIŞ dikin, di heman demê de DAIŞ`ê lixwekirina cilûbergên mîna yên Efxanistanê li xwendekaran ferz dike.

Her li ser wa mijarê Xiyas Sûrçî da zanîn ku DAIŞ her mehê dora 25 – 75 hezarî, wek nirxê xwendinê ji xwendekaran werdigire.

Beriya demekê jî DAIŞ li xwendingehên Mûsilê tevlîbûna herdû zayendên nêr û mê qedexe kir û hemû peymangeh û zanîngeh girtin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket