Hêzeke Emerîkî li rojavayê Mûsilê hate bicîkirin

kurdistani 10:55 AM - 2015-09-20
Hêzeke Emerîkî li rojavayê Mûsilê hate bicîkirin

Hêzeke Emerîkî li rojavayê Mûsilê hate bicîkirin

Di çarçoveya amadekariyên rizgarkirina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞ`ê, hejmarek leşkerên Emerîka li rojavayê bajêr hatin belavkirin.

Endamê lîjneya ewlehî û bergiriyê ya encûmena nûnerên Êraqê Nayêf Şemerî ragihand ku li gor zanyariyan hejmarek ji leşkerên Emerîkayê li herêmeke nêzîkî Mûsilê hatine belavkirin.

Şemerî diyar kir ku Hevpeymana Navdewletî ya bi serokatiya Emerîkayê di çend rojên dawî de yekîneyeke biçûk ku ji 90 leşkerên Emerîkî pêk tê li bajaroka Rebîa ya rojavayê Mûsilê bi cî kirine.

Endamê lîjneya ewlehî û bergiriyê ya encûmena nûnerên Êraqê di derbarê de amaje kir ku hêzeke hevbeş bi beşdariya hêzên hevpeymaniyê û hikûmeta Êraqê û Herêma Kurdistanê ji bo paqijkirin û rizgarkirina Mûsilê di pêşerojê de tê avakirin.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket