400 terorîstên Tirk li Êraq û Sûriyê hatine kuştin

kurdistani 10:22 AM - 2015-09-20
400 terorîstên Tirk li Êraq û Sûriyê hatine kuştin

400 terorîstên Tirk li Êraq û Sûriyê hatine kuştin

Hate îdîyakirin ku hejmara endamên rêxistina terorîst ya DAIŞ ên Tirk ku hatina kuştin gihiştiye 400 heya niha, her wiha 900 din jî hê di nava DAIŞ`ê de şer dikin.

Rojnameya Hurriyet ya Tirkî diyar kir ku rêxistinên terorîst, di serî de DAIŞ û Nusrayê bala terorîstên ji Tirkiyê dikişîne.

Çavkaniyeke berpirsiyar di wezareta derve ya Tirkiyê diyar kir ku hejmara kesên ji Tirkiyê di nava refên Cebhet El-Nusra de dora 300î ye, her wiha diyar kir ku zanîna hejmara rast ya welatiyên Tirk ên di nava refên girûpên terorîst de hatine kuştin ne hêsan e.

Heman çavkaniyê da zanîn ku gelek kes ji wan hene ku diçin şer û dîsa vedigerin û got em nizanin ew ji bo çi armancan diçin, hinek ji wan ji bo şer, hinek jî ji bo lihevanîna aliyên şerker, an jî ji bo armancên din, her wiha hejmarek jî heye tenê ji bo dilxwaziyê diçin.  

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket