Rêjîma Sûriyê 12 êriş li dijî DAIŞ li Reqayê pêk anîn

kurdistani 05:04 PM - 2015-09-17
Rêjîma Sûriyê 12 êriş li dijî DAIŞ li Reqayê pêk anîn

Rêjîma Sûriyê 12 êriş li dijî DAIŞ li Reqayê pêk anîn

Hate ragihandin ku balafirên rêjîma Sûriyê dora 12 êrişên ezmanî li dijî DAIŞ li bajarê Reqayê encamp dan.

Çalakvanên Sûrî ji bajarê Reqayê diyar kirin ku balafirên rêjîmê nêzî 12 êrişên ezmanî li bajêr pêk anîn, her wiha diyar kir ku 8 ji armancên êrişan navendên DAIŞ`ê ne. Ev êriş jî weke balkêş hate binavkirin, ji ber beriya vê rêjîmê bi va hêzê êrişî DAIŞ nekiriye, bi taybetî ku ew herêm ji aliyê hevpeymaniyê vet ê encamkirin.

Di heman mijarê de Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku hinek balafirên ku tê gotin ên rêjîmê ne, nêzî 11 êrişên ezmanî li Reqayê pêk anîn.

Ji aliyê xwe ve jî ti aliyên fermî yên hikûmeta Şamê agahî derbarê van êrişan nedan.

PUKmedia / Reuters

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket