YPG li rojavayê Kobanê 4 çete kuştin

kurdistani 04:46 PM - 2015-09-16
YPG li rojavayê Kobanê 4 çete kuştin

YPG li rojavayê Kobanê 4 çete kuştin

Şervanên YPG`ê li rojavayê Kobanê nêzî çemê Firatê hewldaneke terorîstên DAIŞ`ê têk şikandin.

Çavkaniyekî leşkerî ji hêzên YPG`ê ji PUKmedia`yê re îro diyar kir ku şeva çûyî terorîstên DAIŞ`ê hewl dan êrişî gundê Kenterê yê başûr rojavayê Kobanê bikin, lê şervanan ew êriş têk birin. Çavkaniyê da zanîn ku çeteyên DAIŞ`ê ji herêma Cerabulusê di çemê Firatê re derbasî Kobanê bûn û hewl dan girekî stratejîk li gundê Kenterê kontrol bikin. 

Li gor çavkaniyê, 4 çete di bersivdayîna YPG`ê de hatin kuştin û hejmarek çek û teqemenî hatin desteserkirin. 

PUKmedia / Saman Yarweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket