Pêşmergeyan li Daqoqê 12 terorîst desteser kirin

kurdistani 01:13 PM - 2015-09-13
Pêşmergeyan li Daqoqê 12 terorîst desteser kirin

Pêşmergeyan li Daqoqê 12 terorîst desteser kirin

Hêzên Pêşmerge di çend rojên dawî de li sînorê Daqoqê 12 terorîst desteser kirin, îro jî di kongireyeke rojnamevanî de nasnameyên wan terorîstan hatin eşkerkirin.

Îro 13/9/2015 kongireyeke rojnamevanî ji aliyê berpirsê mihwerê Daqoq ê hêzên Pêşmerge Mihemed Hacî Qadir, û sertîp Aras fermandarê lîwaya 9`an ve hate lidarxistin.

Di kongireyê de hate desnîşankirin ku 12 terorîstên DAIŞ`ê di heyama çend rojên dawî de ji aliyê Pêşmerge ve hatine girtin.

Di derbarê de Hacî Qadir ragihand ku tevahiya terorîstên hatine desteserkirin bi regez Ereb in. Her wiha got ku wan îtîraf bi gunehên xwe kiriye, ku di nav de revandina 1000 keçên Êzîdî û birina wan bo herêma Hiwêcayê ji bo firotinê.

PUKmedia / Kanî Daqoqî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket