Ciwan Îbrahî; Hinek welatên Rojavayê 450 Asayîş perwerde kirin

kurdistani 11:57 AM - 2015-09-11
.

.

Ciwan Îbrahî dibêje ku Hinek welatên Rojavayê hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê perwerde kirine.

Rêveberê giştî yê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê Ciwan Îbrahîm ji Reutersê re ragihand ku hinek ji welatên Rojavayê endamên asayîşê li dijî otombîlên bombekirî û avahiyên bombekirî di meşiq û perwedekirinê re derbas kirin.

Berpirsê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê Ciwan Îbrahîm di daxuyaniya xwe de dibêje ku hejmara endamên asayîşê yên ku ji aliyê welatên Rojavayî ve hatine perwerdekirin bi qasî 450 endamî ye ku gelek bi jîrî hatine perwerdekirin û amadekirin.

Her weha Îbrahîm aşkire kir ku heya niha bêhtir ji 450 endamên asayîşa Rojavayê Kurdistanê bi serpereştiya rêveberên welatên Rojavayî perwerdeyên baş û bihêz derbas kirine û niha amade ne ji bo her gavekî ji bo parastina jiyana xelkên Rojavayê Kurdistanê...

Ciwan Îbrahîm di berdewamiya axiftina xwe ji ajansa Reutersê re aşkire kir ku nenêzîkî 30 kesên çekdar yên ser bi artêşa rêjîma Sûriye xwe radestî hêzên Kurdî ên Rojavayê Kurdistanê kirin ku di nava wan de hinek çekdarên biyanî jî hene.

PUKmedia-Hozan Eafrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket