Serokê îstixbarata Kerkûkê ji kar hat dûrxistin

kurdistani 04:20 PM - 2015-09-08
Serokê îstixbarata Kerkûkê ji kar hat dûrxistin

Serokê îstixbarata Kerkûkê ji kar hat dûrxistin

Piştî kuştina ciwanekî bi destê îstîxbarata Kerkûkê lêpirsî hat kirin û serokê saziya îstîxbaratê ji erkên wî hat girtin.

Di wê barê de, gelê Kerkûkê li ber avahiya parêzgeha Kerkûkê mangirtin û nerazîbûnên xwe derbirîn û daxwaza dadgehkirin û sizadana berpirsyarê saziya îstixbarata Kerkûkê kirin û li hemberî wê jî, komîteya ewlehiya Kerkûkê ew daxwaz bi cî kir û berpirsê saziya îstixbaratê ji ser kar dûr xist.

Her weha parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm di wê barê de, ji PUKmedia`yê re ragihand ku wan jî daxwaz kir ew kesên ku di kuştina wî ciwanî de bûne hevkar yekser bêne girtin û darizandin û ji xweşbextî îro ew tawanbar hatin girtin û rewaneya dadgehê hatin kirin û serokê saziya îstixbaratê jî ji kar hat dûrxistin.

PUKmedia-Herdî Ebu Bekir

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket