Li bajarê Siwêda ya Sûriyê ne aramî û ragihandina xweseriyê

kurdistani 06:27 PM - 2015-09-05
Li bajarê Siwêda ya Sûriyê ne aramî

Li bajarê Siwêda ya Sûriyê ne aramî

Li bajarê Siwêda ya Sûriyê, ku piraniya xelkê wê Durzî ne, êrişeke bombeyî li dijî otombîla rûspiyekî Durzî pêk hat, di encamê de ew şêxê bi navê Wehîd Bel'ûs, tevî 28 kesan hatin kuştin.

Wehîd Bel'ûs encûmeneke kesayetên olî û yên navdar bi rêve dibir ji bo herêmên Durziyan ji şerê rêjîm û opozîsyonê biparêze, li gor agahiyan, piştî va bûyerê wa encûmenê diyar kir ku Siwêda dê herêma xweser rabigihîne û wê bi xwe saziyan birêve bibin.

Di heman mijarê de, Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan diyar kir ku piştî êrişa li dijî Bel'ûs pêk hat, otombîleke din li nêzî nexweşxaneya dewletê rû da. Her wiha da zanîn ku duh hinek çekdaran êriş birin ser navenda ewlehiya leşkerî. Di encama van êrişan de herî kêm 37 sivîl, 6 ji hêzên rêjîmê, hatin kuştin.

Rewangehê diyar kir ku hejmara kuştiyan dibe ku zîdetir bibe, di heman demê de got ku bajar di rewşeke baldar de dijî. Her wiha xuya kir ku hêzên rêjîmê bendên kontrolê ên di destê wan de radestî hêzên çekdar ên ji gel dike.

 

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket