Alanê sembol û bira û dayîka xwe gihîştin Kobanê

kurdistani 11:33 AM - 2015-09-04
Termê Aalanê biçk û bira û dayîkê gihîştin Kobaniyê

Termê Aalanê biçk û bira û dayîkê gihîştin Kobaniyê

Îro roja înê 4-9-2015`an,Termê Aalanê biçk û yê bira û dayîkê gihîştin Kobaniyê û bi axê spartin.

Jêderên agahdar li Kobanê aşkire kirin ku ro termên herdu bira Alanê Sembol û Xalib û dayîka wan Rîhane ku li ber deryaya Îcayê li Tirkiyê binav bibûn, gihîştin Kobanê tako binax bên kirin.

Her weha rêveberên Xweseriya Demokratîk a Kobanê dgel berpirsên sazî û rêxistinên hikûmî û sivîlî û hizbî, li ber deriyê Murşid Pînarê ya Sînoî Pêşwazî li karwana anîna termên Alan û Xalib û Rîhane ku li ber deryaya Îcayê digel 11 malbatên din binav bibûn kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Alan Ebdulah Şino û birayê wî Xalib digel dayîka wî li ber deryaya Îcayê li nêzîk bajarê Bordruma Tirkiyê binav bibûn û îro jî bi karwaneke otombîl û ampolasan termên wan veghustin bo bajarê Kobanê û bi amadebûna bavê Alan û malbat û şêniyên Kobanê, term bi axê spartin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket