Li Mûsil û Şengalê balafirên Hevpeymaniyê bi dehan çeteyên DAIŞ kuştin

kurdistani 03:59 PM - 2015-09-02
Li Mûsil û Şengalê balafirên Hevpeymaniyê bi dehan çeteyên DAIŞ kuştin

Li Mûsil û Şengalê balafirên Hevpeymaniyê bi dehan çeteyên DAIŞ kuştin

Balafirên Hevpeymana Navdewletî li deverên Mûsil û Şengalê gelek navendên terorîstên DAIŞ`ê kirin armanc û ziyanên mezin gihandin wan.

Çavkaniyên herêmî ji parêzgeha Nînewayê îro çarşemê ragihandin ku balafirên hevpeymana navdewletî çend baregehên DAIŞ`ê li berava çepê ya bajarê Mûsilê bombebaran kirin. Di encama bombebarana hevpeymaniyê de gelek çete hatin kuştin û ziyanek mezin di ware cebilxane û aboriyê de gihandin wan.

Berpirsê ragihandina navenda rêxistinên YNK li Nînewayê Xiyas Sûrçî ji PUKmedia`yê re diyar kir ku roja çarşemê 2/9/2015, balafirên ayîdî hevpeymana navdewletî navendeke terorîstên DAIŞ li kargeha El-Helan ya dikeve aliyê çepê yê bajarê Mûsilê bombebaran kir, di encamê de gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn, her wiha ew navend bi temamî hate wêrankirin.

Sûrçî da zanîn ku baalfiran her wiha îro danê sibehê 4 cihên stratejîk yên DAIŞ li navenda Şengalê jî bombebaran kirin. Li wir jî bi dehan çete hatin kuştin û 3 wesayîtên wan hatin rûxandin.

Di heman mijarê de berpirsê navenda rêxistinên YNK `ê xuya kir ku dîsa balafirên hevpeymana navdewletî duh roja sêşemê çend baregehên çeteyan li navçeya Ba'şîqa û derdorê bordûman kirin, ziyaneke mirovî û aborî ya mezin gihandin wan.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket