Sûriyê gulistaneke bi navê serokê berê yê Kûryaya Bakur, ava kir

kurdistani 07:04 PM - 2015-09-01
Sûriyê gulistaneke bi navê serokê berê yê Kûryaya Bakur, ava kir

Sûriyê gulistaneke bi navê serokê berê yê Kûryaya Bakur, ava kir

Rayedarên Sûriyê li navenda Şamê paytexta welêt gulistaneke bi navê serokê Kûriyaya Bakur yê ji dinê koç kirî, Kim El Song, ava kirin.

Cîgirê wezîrê derve yê Sûriyê Feysel El-Miqdad di bersivdayîna pirsa ajansa AFP de diyar kir ku kesê Kim El Song rexne dike, nebaş û kêmaqil e, ew serok rêberekî dîrokî ye û bi xebata ji bo azadiya welatê xwe binavûdeng e, ji ber wê ew hêjayî xelatkirinê ye.

Gulistana bi navê serokê berê yê Kûriyayê li taxa Kefersûsê hatiye avakirin, û bi firehbûna 9 hezar km çargoşe ye. Li ser kevirekî li navenda gulistanê hatiye nivîsandin: ''Kolana Kim El Song, rêberê nemir yê gelê Kûriya, û dostê Gelê Ereb yê Sûriyê.''

Balyozê Kûriyaya Bakur di dema vekirina gulistanê de gotina xwe pêşkêş kir û got ku ev gav rêz û hezkirina Sûriyê, bi partî û hikûmet û gelê xwe, ji serokê mezin Kim re nîşan dide.

Hêjayî gotinê ye ku têkiliyên leşkerî yên xurt di navbera Sûriyê û Kûryaya Bakur de hebûn, ev têkilî di dema aloziya Sûriyê de jî berdewam dibin.

Avakirina gulistana bi navê serokê berê yê Kûriyaya Bakur bû sedema nerazîbûneke mezin ji aliyê opozîsyona Sûrî ve.

PUKmedia / Rojnameya Heyat

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket