Bazirganên Rojava û Başûr rexne li rêveberiya Sêmalkayê digrin

kurdistani 01:53 PM - 2015-09-01
 Bazirganên Rojava û Başûr rexne li rêveberiya Sêmalkayê digrin

Bazirganên Rojava û Başûr rexne li rêveberiya Sêmalkayê digrin

Ji ber parçekirina tûr û barên bazirganiyê, azirganên Rojava û Başûr rexne li rêveberiya Sêmalkayê digrin.

Duhî roja 30-8-2015`an de, çend kamyoneke barhilgir ji kantona Efrînê gihîştin kantona Cizîrê û di deriyê Sêmalkayê re derbasî Herêma Kurdistanê bûn.

Li gorî jêdereke agahda ku ew kelûpelên ji Efrînê ji bo Herêma Kurdistanê hatine, tev hatine çirandin û tevlîhevkirine û bazirganên Herêma Kurdistanê û yên Efrînê nerazîbûna xwe di wê barê de nîşandan.

Her li ser wê mijarê, xwediyê kampanyayê Can yê li Efrînê Fadil Birîm bavê Can ji PUKmedia`yê re ragihand ku ev bêhtir ji salekê ye ew kelûpelan dişîne Herêma Kurdistanê ku di riya sînorên Êraqê re derbas dibûn û carna jî di sînorên jêr destê DAIŞê re jî derbasî Bexdadê dibûn û piştre jî derbasî Hewlêr û Silêmanî û Duhokê dibûn, lê tiştek lê nedihat û bi saxlemî dighîştin destê bazirganên Herêma Kurdistanê. Lê mixabin vê carê rewş hat guhertin û barên me li ser sînorê Sêmalkayê tevlîhev bûn û bazirganên Herêma Kurdistanê rexne li me girtin.

Fadil aşkire dike ku ev bû cara yekemîn ku barê wan ji Efrînê bo deriyê Sêmalkayê hatiye şandin û derbasî Herêma Kurdistanê bûye, lê mixabin ew tişt tevlîhevbûne û gelek ji wan bikêrnayên û ev jî derbeyeke ji kirîn û firotinê re. Lê ew gelek kêfxweşbûn ku ew bar bi riya Rojav û Başûrê Kurdistanê re derbas bû, lê ev karê parçebûn û tevlîhevkirina kelûpelan moralê wan nizim kir û ew bawerin ku ev kar dubare nebe.

Birîm dibêje me telefonî Bavê Daud li Hewlêr kir ku nûnertiya Şîrketa Şehnê dike û wî jî gotiye ku hejmareke mezin ji kelûpelên Hewlêrê jî yên li ser bazgeha gemrûka Sêmalkayê hatine pişkinînkirin parçebûne û ziyanên madî gihîştine barên ku ji Efrînê û Cizîrê ve hatiye şandin, lê ev ne bi zanebûne, ev di dema erkên pişkinînê dikin bi bê zanebûn hatiye kirin lê pêwîste agahdarbin û wiha bi teşankî nekin.

Her weha PUKmedia`yê peywendî bi bazirhanên Silêmaniyê re jî kir, wan jî heman tişt dan xuyakirin ku tişên wan jî tev parçebûne û tevlîhev bûne ku ev bo yekemîn care wiha lêtê kirin.

Bazirgan Hac Bihadîn ku xwediyê barê cilûbergên ku ji Efrînê jê re hatiye ye ji PUKmedia`yê re ragihand ku hejmarek ji tûr û şilîfên kincan hatine dirîn û tevlîhevkirine û li gorî şofêrên şehînan dibêjin sînorê Sêmalka ya mdi bion kontirola Herêma Kurdistanê de, ji ber erkê pişkinînê ew tûr tev parçe kirin û tevlîhev kirin.

Hacî Bihadîn hêvîxwest ku rêveberiya Saêmalka hem yê aliyê Rojava û hem jî yê aliyê Başûr agahdarî kelûpelên xelkê bin tasko bawerî bêhtir wergirin û ew rêk were bkare kirin û ew jî sûdmend bibin û em jî sûd mend bibin.

Ev yek ji aliyê gelek bazirgan û xwediyê kompaniyayên kincan ve hat rexnekirin ku bi wê awayî kar nabe û pêwîste ev kar dubare nebe ji berku bandoreke xerap li ser karê bazirganiyê çêdike û ew bi hêvîn e ku rêveberiya Sêmalka yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser wê mijarê raweste û wan karmendên ku wiha kirine agahdar û hişyar bike.

Hêjayî gotinê ye ku piştî wêrankirina bajarê Heleb ji aliyê rêjîm û komên çekdar ve, komên çekdar piraniya fabrîke û kelûpelên xelkê dizîn û revandin Tirkiyê û bajarê Gazî Entab kirin navenda kelûpelên dizî yên Helebê, lê xelkên kurd û Ermenî derbasî Efrînê bûn û fabrîke û karên xwe li Efrînê bi cih kirin û niha jî bi awayekî berfereh kelûpel û berhemên xwe dişînin ji Herêma Kurdistanê û Êraqê re. Li Efrînê fabrîkeyên ron û zêtê û sabûn, şampo, dermanê kincan, kelûpelên otombîl û motorsêkilan û hemû rengên pêşxistina jiyanê roj bi roj tên afrandin û pêşxistin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket