Hunemendê şoreşger yê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da

kurdistani 09:53 AM - 2015-09-01
Hunemendê şoreşger yê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da

Hunemendê şoreşger yê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da

Dilgeş Hesen ku wek hunemendê şoreşger yê Rojavayê Kurdistanê dihat naskirin, di buyereke hatûçûnê de, jiyana xwe ji dest da.

Di roja yekşemê 30-8-2015`an li Austiria`yê hunermendê dengxweş û şoreşger yê Rojavayê Kurdistanê Dilgeş Hesen bi rûdaweke hatûçûnê jiyana xwe ji dest da.

Hunemend bêhtir ji 4 salan wek şoreşgerekî tevlî refên şoreşa Rojavayê Kurdistanê bibû, endamê rêveberiya giştî ya saziya Çand û Hunera Rojavayê Kurdistanê bû, bi awayekî aktîf karûbarên şoreşê di aliyê huner û çanda netewî de dewlemend dikir û herdem serkeftî bû di karên xwe de, lê di roja yekşema borî 30-8-2015`an de, di dema erkên di xizmeta şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, rastî buyereke hatûçûnê bû, di encamê de, jiyana xwe ji dest da.

Her weha ji bo merasîma serxweeşiya Dilgeş Hesen, wê di roja 2-9-2015`an li Viyanayê de, demjimêr 5ê hêvarî, di navenda Komeleyê de, merasîma serxweşiyê bî lidarxistin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket