Li Êraqê xwepêşandan birêve çûn
kurdistani 04:25 PM - 2015-08-22Li Êraqê xwepêşandan birêve çûn
Duh êvarê li gelek parêzgeh û bajarên Iraqê xwepêşandan pêk hatin û xwepêşander daxwaza xizmetkirina zêde û vekirina lêpirsînê derheqê çend berpirsên dewletê de dikin.
Daxwazên xwepêşanderan li bajarên Iraqê wihaye;
Necef: Daxwaz ji serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dikin ku derbarê gendeliyê de lêpirsîn were kirin û reform di pergala dadwerî de werekirin.
Besre: Daxwaz dikin reform çêbibe. Kesên berpis ji ber gendeliyê werin lêpirsînkirin. Parêzgeh di warê aborî de pêş bikeve û xizmetên seretayî pêk werin.
Diceyl: Daxwaz têkirin meclîsên xwecihî werin hilweşandin û xizmetkirin baştir be.
Dîwaniye: Di warê dadweriyê (edalet)ê de reform çêbibe û kesên gendelî kirine werin dadgehkirin.
Babil: Xizmetkirin baştir bibe, kesên gendelî kirine biçine dadgehê. Walî Sadiq Medlûl Sultamnî û du cîgirên wî ji kar werin dûrxistin.
Mîsan: Ji ber petrola Kerkûkê Mesûd Barzanî û wezîrê Darayî Hoşyar Zêbarî ji kar werin dûrxistin.
Bexda: Xwepêşandanek mezin li qada Azadî ya Bexdayê destpêkir, bi hezaran welatî û çalakvanên sivîl beşdar bûn. Daxwaza reformê û vekirina lêpirsînê derheqê kesên gendelî kirine de hat kirin.
Zîqar: Li qada Hub li navenda bajarê Nasiriyê xwepêşandan hat lidarxistin. Gel daxwaz dike ku reform di dadweriyê de çêbibe û kesên gendelî kirine werin lêpirsînkirin.
Diyala: Li vê bajarê hêzên ewlekariyê êrîşî xwepêşandanan kirin. Xwepêşander daxwaz dikin ku derfetên xizmetkirinê baştir bibin. Herwiha daxwaz dikin ku pêşiya gendeliyên di îdareyên dewletê de were girtin û di dadweriyê de reform çêbibin.
Hemwelatiyên seranserî bajarê Iraqê di dawî meha Hezîranê de li paytext Bexdayê dest bi xwepêşandanan kirin û di nava çend rojan de belavî hemû bajarên Iraqê bû.
Piştre ji bo bersiva daxwazên xwepêşanderan bide serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo reformkirinê di rewşa Iraqê de projeyek pêşkêş kir û di meclîsê de hat erêkirin. Paşê ji dadgeha bilind re hat şandin. Di çarçoveya vê projeyê de di nîvê meha Tebaxê de dosyaya cîgirên serokwezîr, serokkomar û hinek ji berpirsan bi tawana gendeliyê ji dadgehê re hat şandin.
Xwepêşander daxwaz dikin projeya reformê demek ji ya din zûtir bikeve meriyete, lê pêwîste ji zêdekirina desthilatdariya siyasî ya Ebadî dûr be.
PUKmedia / ROJnews
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23