DAIŞ 22 Asûriyên Til Temirê serbset berdan

kurdistani 07:28 PM - 2015-08-11
DAIŞ 22 Asûriyên Til Temirê serbset berdan

DAIŞ 22 Asûriyên Til Temirê serbset berdan

Li Hesekê 22 welatiyên Asûrî ku di roja 23 şubata borî de li bajarokê Til Temirê ji aliyê DAIŞ`ê ve hatibûn revandin, îro hatin berdan û gihiştin Hesekê.

Li gorî ajansa ANHA`yê îro di demjimêr 16:30 de 22 welaiyên ji pêkhateya Asûrî ku li bararokê Şedadî girtî bûn, serbest hatin berdan û gihiştin Hesekê.

Ajansê her wiha diyar kir ku ew welatî hemû temen mezin in û di nav de 14 jinên bi temen hene. Piştî serbest hatin berdan, ji aliyê berpirsan li kenîseya Asûriyan li Hesekê hatin pêşwazîkirin.

Li gorî agahiyan , heya niha 190 welatiyên Asûrî ku ji bajarokê Til Temirê hatibûn revandin, hê di destê çeteyên DAIŞ`ê de ne.

Çeteyên DAIŞ`ê di roja 23 şubata borî de êrişî herêma çemê Xabûrê li başûr rojavayê gundewarên Til Temirê kiribû, ku piraniya niştecihên herêmê Asûrî ne, û di wa êrişê de zêdetirî 200 welatiyên Asûrî ji wir revandibûn û ber bi herêmên di bin kontrola xwe de biribûn, yek jê bararê Şadadî ye.

Piştî wê hêzên YPG û YPJ û Asayîşan, tevî encûmena leşkerî ya Suryanî û hêza Sootoro ew êriş têk birin û di meha gulanê de YPG`ê bi hawara welatiyên wê herêmê hat û tevahiya gudnan ji çeteyan paqij kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket