Girîngiya rola Kurdan ji Emerîka re di şerê DAIŞ`ê de

kurdistani 05:13 PM - 2015-08-10
Girîngiya rola Kurdan ji Emerîka re di şerê DAIŞ`ê de

Girîngiya rola Kurdan ji Emerîka re di şerê DAIŞ`ê de

Hesekê- Roj li ber ava bû… ronî dabû odeya ku hejmarek şervanên YPG li dora laserkekê kom bibûn.. ku noqteyên GPS`ê ji balafiran re diyar dkirin…
Talal Raman şervanê Kurd yê 36 salî, li ser tableteka Samsung dixebitî, bi noqteyên li ser nexşeyên Google`ê destnîşankirî, ku li ser erdê li wir hevalên wî şerê DAIŞ`ê dikirin,  mijûl dibû.
Wî bi zimanê Erebî ji Odeya operasyonan ya Emerîkî re nivîsandibû : ''Hevalên me liv û tevgera dijmin li wa navnîşana GPS ku min ji were şandiye dibînin''. Piştre Talal li benda balafirên Emerîkî sekiniya dakû bên û li wa noqteyê bidin.

Piştre di demeke kurt de balafirek hat li wa noqteyê ku wî şervanî destnîşan kiribû, da. Di encamê de komek çekdarên DAIŞ`ê mirin. Piştî wê peyamek awarte ji odeya operasyona Hevpeymaniya Navdewletî hat ku dibêje: ''Ji kerema xwe ji me re tekez bikin ku hevalên me sax in.''
Şervanê YPG  Raman yê ku rojên xwe bi têkiliya bi odeyên operasyonên Hevpeymaniyê debas dike, xwe wekî pilotekî (ajokarê balafirê) hevpeymaniyê dibîne, her wiha ew dibîne ku PKK jî hevkarê wan e di şerê DAIŞ`ê de.

Hevkariya xurt ya di navbera hêza ezmanî ya Emerîkî û şervanên ku bi navê YPG tên naskirin, di mehên dawî de karesetên herî mezin li seranserî bakurê Sûriyê  bi serê rêxistina Dewleta Îslamî de aniye. Niha jî kampanyaya ezmanî ya Emerîka amade ye ku firehtir bibe, piştî lihevkirinekê bi Tirkiyê re dakû rê bide balafirên Emerîkayê ku ji bingehên nêzîkî sînor ve êrişên xwe pêk bînin.

Lê belê tevî ku YPG, ku wek hevkarê Emerîka yê herî bi bandor e,  kêfxweşiya xwe ji zêdebûna alîkariya Emerîka jêre re nîşan dide, di heman demê de jî endamên wê xembar in ji ber ku Tirkiyê ji aliyekî ve bi tena xwe tevdigere li gor armancên xwe.

Heya meha çûyî Tirkiyê guh nedida bangên xurtkirina rola xwe di şerê li dijî DAIŞ`ê de, ji ber ew dihizire ku ev gav wê hêvî û daxwazên Kurdan ji bo welateke serbixwe mezin bike.
Lê tevî ku Tirkiyê razî bû tevlî şerê li dijî DAIŞ`ê bibe, jinuşkeve dest bi bombebarana baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê, ku ew jî hevkarê YPG`ê ye,  li çiyayan kir.

Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl dibêje: Tenê girûpek heye ku bi bandorî  û bi berdewamî şerê DAIŞ`ê kiriye, ew jî YPG ye. Xelîl her wiha got ku şerê li dijî PKK wê şerê li dijî DAIŞ`ê lewaz bike, û DAIŞ wê xurtir be.
 
Lihevkirina di navbera Tirkiyê û Emerîka de encama wê avakirina herêmeke bêyî DAIŞ`ê bi dirêjahiya 60 km li ser sînorê Tirkiyê. Li ser daxwaza Tirkiyê ew herêm dê bêyî hlzln Kurdî be jî, tevî ku Kurd ji wa herêmê ve nêzîk bûn ji bo şerê DAIŞ`ê li wir jî bikin. Tevî ku ev bû çend meh in Kurdên Sûriyê hevkariya Emerîkayê dikin, dîsa jî niha dihizirin ku Tirkiyê ji  bo Emerîka ji wan girîngtir e.

pêşketinên YPG

 

Rêveberê pirojeya Tirkiyê li navenda lêkolînên stratejî û navdewletî  Bulent Aliriza  wiha dibêje: Piştî ku YPG gelek dever ji DAIŞ`ê girtin, xaknîgariyeke fireh li bakurê Sûriyê xiste bin kontrola xwe. Tirkiyê jî li wan pêşketinên Kurdan ji ser sînor bi dilekî ne aram temaşedikir. Her wiha alikariya zêde ya Emerîka ji bo Kurdan tenê bûye sedema mezinbûna xemên Tirkiyê.

Hevkariya Emerîka û Kurdan ve di meha kewçêra çûyî de dest  pê kir, dema ku DAIŞ`ê bajarê Kobanê dagir kir. Perpirsekî YPG yê paye bilind diyar kir ku ew di wa meha de çû Hewlêrê ji bo hevdîtinê bi fermandarên artêşa Emerîkayê re bike. Piştî danûstandinên dirêj, wî got ku Emerîka razî bû ku 27 paletên çek û cebilxaneyên ji aliyên siyasî li  Herêma Kurdistanê  bi riya balafiran ji şervanan re berde erdê. Şervanên YPG ji Emerîka re bi riya satelîtan cihek li Kobanê ji bo berdana wan çekan destnîşan kirin, piştre ew çek di roja 19 kewçêrê de gihiştin wir. Wî berpirsî diyar kir çawa ev alîkarî piştre fireh bû û gihişte asta bombebarankirinê, ku hêşt şervan Kobanê vegerînin, dûvre Girê Spî jî bi dest bixin û piraniya Hesekê jî.

Wergêr: Egîd Hesen

PUKmedia / NewYork Times

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket