Li Rûsya kareseta Şengalê hate bibîranîn

kurdistani 09:03 PM - 2015-08-08
Li Rûsya kareseta Şengalê hate bibîranîn

Li Rûsya kareseta Şengalê hate bibîranîn

Bi hevkariya nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêxistina Dengê Êzîdiyan  - Rûsya li Moskow`yê merasîmek mezin ji bo bîranîna kareseta Şengalê saz kir.

Piştî di merasîmê de gotar haton xwendin, nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsya Dr. Aso Şêx Cengî Talebanî di gotara xwe de dûpatkirina hevxemiya karesetê ragihand ku ew kiryara terorîstên DAIŞ ku gelek tawan encamp da wek komkujî û revandina jin û keçên Êzîdî qet kes ji bîr nake. Her wiha daxwaz kir ku vi lez piroseya rizgarkirina Şengalê pêk were û ji destê terorîsên DAIŞ`ê were paqijkirin û gelê Şengalê yê Kurdperwer vergere warên xwe.

Di merasîmê de her wiha serokê rêxistina Dengê Êzîdiyan Zaza Keleşov diyar kir ku berya salekê dijminên gelê me yên bi navê DAIŞ bi dagirkirina Şengalê û şehîdkirina bi hezaran mirovên bê tawan û revandina jin û keçan aramiya me jinav birin. Her wiha got ku her çiqas qurbanî zor çêbûn, lê divê ew xewnên dijminan biser nekevin û bimrin, ji ber wê yekrêzî û yekbûna me pêwîst e.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket