Wezîra çanda Rojava; Ragihandina YNK`ê di şoreşa Rojavayê de xwedî roleke mezin e

kurdistani 02:41 PM - 2015-08-08
Penêlek digel şanda Rojavayê Kurdistanê

Penêlek digel şanda Rojavayê Kurdistanê

Wezîra Çand û hunera Cizîrê serdana buroya ragihandina YNK`ê kir

îro roja şemiyê 8-8-2015`an, li bajarê Silêmaniyê, şandeke Kantona Cizîrê bi serokatiya wezîra Çand û Hunerê Berîvan Xalid serdana buroya ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kir.

Wezîra Çand û hunera Cizîrê Berîvan Xalid û hevalên bi wê re, serdana buroya ragihandina YNK`ê kir û ji aliyê Sernûserên PUKmedia-Kurdistanî New û Ensat Merkezî ve û rojnamevanên buroyê ve hat pêşwazî kirin.

Her weha piştî ku serdana PUKmedia û rojnameya Kurdistanî New kir, piştre jî bi amadebûna serûserê PUKmedia`yê Karwan Enwer, sernûserê rojnameya Kurdistanî New Stran Ebdulah, sernûserê Ensat Merkezî Mihemed Osman,  rojnamevan Fetula Hiseynî, rojnamevan Hozan Efrînî, nivîskar Şêrzad Yazîdî û hejmarek ji rojnamevanan û bi beşdarbûna ajansa Rojnews û kenala Gelî Kurdistanê, penêlek li hola Ş.Yusif Şerîf ya buroya ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hat lidarxistin.

Di wê penêlê de, Stran Ebdulah bi xêrhatina şanda Rojavayê Kurdistanêkir û spasiya hewil û serdanên wê şandeyê bo Helebçe û Xaneqîn û Silêmanî û buroya ragihandina YNK`ê kir û rola şoreşa Rojavayê Kurdistanê û kar û xebatên rewşenbîrî pir mezin nirxand.

Di axiftina wezîra Çand û Hunera Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê de, li ser rewşa xebata rewşenbîr û hunerê şirove kir û rola rewşenbîran di şoreşan de û bandora pênûsa wan di pêşxistina pêngavên şoreşê û parastina sedkeftên gelan de anî ser ziman.

Di axiftineke sernûserê PUKmedia`yê Karwan Enwer de, ku pirsyarek arasteya wezîrê çandê Berîvan Xalid kir, tê de anî ziman ku hûn çawa temaşeyî rewşa zimanê kurdî û ziraveyên wê dikin ku di demekê de ye ku xelkê Başûr bi ziraveya Soranî bi pîtên erebî dixwînin û dinivîsin û li Rojavayê Kurdistanê bi ziraveya kurmancî û bi pîtên latînê dixwînin û dinivîsin, gelo çi projeyek we di vê barê de heye tako ev pirsa bi awayekî guncaw bê çaerserkirin.?

Berîvan Xald di bersiva xwe ya ji pirsyarê sernûserê PUKmedia`yê Karwan Enwer re got; Em dizanin ku gelek ziraveyên me yê kurdî hene û ji bo ku em hemû ji hev du fêm bikin, projeya me heye û ji ber wê jî, em ligel wezîrê rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê kak Xalid Doskî ciyan û em li ser lidarxistina kongireyeke bilind û berfereh ya rewşenbîrên Kurdistanê axifîn û emê di demên pê me de bi cî bînin û em ligel sazî û aliyên din yên peywendîdar bi wê mijarê re ketine peywendiyan û li Rojavayê Kurdistanê jî, me projeya damezrandina sibistanên taybet û pirtûk û kovaran û wergerandina ji Soran û bo kurmancî û ji kurmancî bo soranî û lorî û zaze ûhinek ziravên din tako em hemû ji hevdu têbighin û pirsa lawaziya zimanê kurdî wê bê çareserkirin.

Her di berdewambûna pirsyarên amadevanan de, rojnamevan Hozan Efrînî wek karmendekî malpera PUKmedia beşê kurmancî, derbarê rola ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji bo piştîvaniya li şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Berîvan Xalid got; Em hemû baş dizanin ku di şoreşan de, medya û ragihandin xwedî roleke sereke û mezinin, her weha rola ragihandin û medyaya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, gelek girîng û mezin e.

Wezîra çanda Rojava; Ragihandina YNK`ê di şoreşa Rojavayê de, xwedî roleke mezin e,xwedî helwesta erênî û piştîvan ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê re dizanin û cihê rêz û pêzanînê ye.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket