Yuksekdag: Bi fezlekeyê re nikarin çavê min bitirsînin

kurdistani 11:04 AM - 2015-08-07
Yuksekdag: Bi fezlekeyê re nikarin çavê min bitirsînin

Yuksekdag: Bi fezlekeyê re nikarin çavê min bitirsînin

Hevseroka HDP'ê Yuksekdag ji bo hêzên der heqê wê de ji ber parastina şoreşa Rojava fezleke amade kirine got, "Ev 23 sal in ji xeleka ji agir derbas dibim û siyasetê dikim. Berî sê mehan mafê destlênedanê tinebû, lê min dîsa jî siyaset dimeşand."
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag ji bo hêzên der heqê wê de ji ber parastina şoreşa Rojava fezleke amade kirine got, "Ev 23 sal in ji xeleka ji agir derbas dibim û siyasetê dikim. Berî sê mehan mafê destlênedanê tinebû, lê min dîsa jî siyaset dimeşand."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, der barê gefên li wan tê xwarin û fezlekeya hatiye amadekirin de, ji ANF'ê re axivî.

Yuksekdag diyar ku fezlekeya der heqê wê de hatiye amadekirin, ji ber axaftina wê ya li Pirsûsê ye û destnîşan kir ku ew li pişt wê axaftina xwe ya li Pirsûsê ye.

Yuksekdag destnîşan kir ku ew îro jî heman tiştî dibêje û got, "Di wê axaftina xwe de min bersiv dabû Serokkomar Erdogan, qesrê. Wî, partiyeke ku bi dengê mîlyonan li Meclîsê tê temsîlkirin sûcdar dikir ku pişta xwe dispêre 'rêxistina terorê'. Min jî di axaftina li Pirsûsê de ji Serokkomar re got, 'Em piştra xwe dispêrin Rojava. Em pişta xwe dispêrin gelên li Rojava li hemberî DAIŞ'ê şer dikin. Em pişta xwe dispêrin hêza xwe parastin û siyasî ya gelan PYD, YPG û YPJ'ê. Em ê vê helwesta xwe dewam bikin. Min ji wan re got, 'gelo hûn pişta xwe dispêrin ku derê?' Bersiva vê pirsê ji xwe ji aliyê tevahiya raya giştî ya Tirkiyeyê ve tê zanîn."

Yuksekdag destnîşan kir ku yên pişta xwe dispêrin rêxistina terorê ya çete ya hov û tecawizkar, desthilatdariya siyasî ya li Tirkiyeyê, Qesr û Erdogan e û anî ziman ku wê ji desthilatdariya siyasî û Erdogan re gotiye, 'Werin hûn jî pişta xwe nespêrin wê rêxistina terorê. Bispêrin gelan."

'EZ BANGA XWE YA LI PIRSUSÊ DUBARE DIKIM'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag da xuyakirin ku gelên Tirkiyeyê nîşan dane ku ew mîna qesrê nafikirin û got, "32 canên me yên li Pirsûsê hatin qetilkirin û gelên Tirkiyeyê yên piştgirî dan berxwedana Kobanê ya bi mehan, helwesteke ku rewatiya berxwedana li Rojava dibîne û piştgiriyê dide, nîşan dan. Helwesta desthilatdariya siyasî ya dibêje 'PYD rêxistina terorê ye' di nava gelên Tirkiyeyê de ti bersiva xwe nîne. Li cîhanê jî ti bersiva xwe nîne. Ya ku ne rewa ye, ev helwest e. Banga min bangeke rewa, bangeke mafdar e û heman bangê careke din dikim."

'PEYAMA MIN GIHAŞT GELÊ TIRK'

Yuksekdag anî ziman ku lêpirsîna der heqê wê de hatiye vekirin, ji bo wê hikmê xwe nîne û destnîşan kir ku banga wê kiriye, gihaştiye cihê xwe.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê got, "Diyare gihaştiye Qesrê û AKP'ê jî. Qet ne girîng e. Dibêjin qey bi bêdengkirina min re ew ê encameke ronî ya dema pêş ji holê rakin. Lê xwe dixapînin. Yek; ew nikarin min bêdeng bikin. Du; eger karibin bi rêbazên tarî min bêdeng bikin jî, bang gihaştiye cihê xwe. Di nava civaka Tirkiyeyê de di nava gelên herêmê de hişmendiya avakirina jiyaneke nû bi Kurdan re, bi cih bûye.

Ev 23 sal in bi keda xwe, ji xelekên ji agir, ji kêliyên mirinê, ji îşkencexaneyan û girtîgehan derbas bûm û bi vî rengî siyasetê dikim, têdikoşim. Gotineke bêjin nabînim. Xwedê bela daye wan, ew jî dixwazin ji wî belayî belayekî derxînin û xwe jê xilas bikin. Me gelek bela dîtin. Beriya sê mehan mafê desthlênedana parlamenteriyê yê min tinebû, lê min dîsa jî siyaset dikir. Ne ku ji ber mafê destlênedanê niha diaxivim. Bila mafê destlênedana rakin. Lingekî min li hundir yek li derve ye, bi vî rengî siyasetê dikim. Jİ ber vê yekê, tiştên bi vî rengî li cem me qet hikum û bandora xwe nîne."

'BILA TI KES SERKETIN Û KÊFXWEŞIYA 7'Ê HEZÎRANÊ JI BÎR NEKE'

Yuksekdag ji bo mijara lêpirsîn û lêkolînên der barê partiya wan de ev nirxandin kir: "Lêkolînek li gorî biryara girtinê nîne. Du armancên wan hene; rakirina destlênedanê û birîna alîkariya xezîneyê. Bi vî rengî ji çend nuqteyan dixwazin cih li partiya me teng bikin. Bê guman karê me wê zehmet be. Me kampanya xwe ya hilbijartinê jî di nava şert û mercênz zehmet û kêmasiya malî de meşand. Bi xeteriya mirinê me kampanya meşand. Wê demê nîqaşa destlênedanê tinebû, lê Selahattîn beg jî, ez jî li ber mirinê bûn. Hevalên me hevrêyên me yên kampanya hilbijartinê meşandin hatin qetilkirin. Niha rewşa me girantir e, lê me bi hev re ketin ser rê. Me gotin 'Em' û me dest bi kampanya hilbijartinê kriin. Weke tevahiya civaka Tirkiyeyê, tevgera azadiyê ya Kurd, tevgera demokratîk a Tirkiyeyê, berxwedêr û yên jiyaneke nû xeyal dikin, me gotin em. Asta yekemîn me bi serketineke bedew qedand. Kêfxweşiya me demeke kurt dewam kir, lê her kes bila qebûl bike ku ev kêfxweşî bi heybet bû. Bila ti kes vê kêfxweşî û serketinê ji bîr neke. Niha hewl didin vê kêfxweşiyê veguherînin êş, neçaretî û hesta têkçûnê. Em hînê ew 'EM' ên serketineke bi heybet bi dest xistine. Bila ti kes vê ji bîr neke. Ti kes nikare vê rastiyê biguherîne.

Asta yekemîn em bi hev re temam kir, em neçarin asta duyemîn jî bi hev re temam bikin û bi hev re bimeşin. Me dest bi karekî mezin kirin û em neçarin vî karî bibin serî."

 

PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket