Şêrko Bêkes Nemirî ye Di Parka Azadî de şipya ye, zindî ye

kurdistani 10:19 AM - 2015-08-05
 Şêrko Bêkes û nivîskar Konê Reş

Şêrko Bêkes û nivîskar Konê Reş

Ha ho,
Kê gotiye stêr dimrin?!
Her û her li asmana diçirisin,
Ronahiya xwe
Bi ser welat de
Berdidin..
Di tariyê de,
Di rojên reş û teng de
Bêtir û bêtir xuya dikin..
Namirin, zindî ne
Û kî dibje;
Şêrko Bêkes miriye?!
Ji xwe re dibêje
Stêr namirin
Namirin,
Şêrko Bêkes zindî ye.

Ha ho!
Ma çiyayên Kurdistanê ji
Ji darên Beriwan
Xalî dibin?!
Tovê Nalî, Hacî Qadirê Koyî,
Goran û Bêkes
Diqele?!
Ha ho, ma dildarên Şêrko Bêkes
Di her çar perçeyên Kurdistanê de
mirine?
Ku miribin, nema bin,
Hingî Şêrko Bêkes jî
Mirî ye..

Ha ho,
Mane, dar şipya dimrin
Şêrko Bêkes jî
Ta dawiya temenê xwe
Şipya bû..
Û va wê careke din
Di parka Azadî de
Li bajarê Silêmaniyê
Şipya bimîne..

Şêrko Bêkes,
Siwarê peyva Kurdî
Siwarê êş û janên
Xizan û belengazên
Welatê min
Namire, her û her
Wê bimîne zindî ye.

Konê Reş
Qamişlo, 05.08.2013

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket