Encûmena Navendî ya YNK civîna xwe lidarxist

kurdistani 05:24 PM - 2015-07-30
Encûmena Navendî ya YNK civîna xwe lidarxist

Encûmena Navendî ya YNK civîna xwe lidarxist

Encûmena Navendî ya YNK  îro 30/7/2015 li baregeha polîbîroya siyasî civîna xwe lidarxist.

Di civînê de Encûmena Navendî daxuyaniyek belav kir têde êrişên dewleta Tirkiyê li ser axa Başûrê Kurdistsanê şermezar kir û banga ragirtina wan êrişan li Tirkiyê kir û girîngiya berdewambûna piroseya aştiyê anî ziman. Her wiha piştgiriya xwe ji polîtbîroya YNK`ê re derbarê hewlesta wê ji sîstema parlemanî re nîşan da û spasiya firaksyona Sewz jî kir, û li hember kêşe û qeyranên ku Herêm rûbirû pêre dimîne, wek bûdc û mûçe û sotemeniyê, dilgiraniya xwe nîşan da.

Naveroka daxuyaniyê ev e:

Encûmena Navendî berdewama bombebarankirina ji aliyê balafirên Tirkiyê li dijî navçeyên Herêma Kurdistanê şermezar dike, ku ji ber van êrişan çendîn hemwelatî birîndar û aware bûn û ziyanên çandinî û siruştî gihişte navçeyên sînorî. Ji ber wê em bang li Tirkiyê dikin ku di zûtirîn dem de wam êrişên xwe rawestîne, em her wiha bang li akiyên pêwendîdar li Herêma Kurdistanê jî dikin ku helwesteke berpirsyar û zelal li beranberê rabighînin û rola xwe ya sereke bilîzin, û bi fermî bang li Tirkiyê bikin ku bordûmanên xwe rabigire, her wiha bi fermî bang li navendên navdewletî bikin ku fişarê bixin ser Tirkiyê ji bo rawestandina wan êrişan.

Encûmena Navendî dibîne ku ev êriş qet nakevin xizmeta şerê dijî terorê, ji ber ku ev êriş ji hewldanên yekgirtin û berdewamkirina piroseya aştiyê li Tirkiyê re dibin bend. Em jî bi şêwazekî guncaw dizanin û bang li herdû aliyan dikin ku vegerin danûstandinan.

Li aliyekî din jî em piştgiriya Polîbîroya YNK`ê dikin ji bo avakirina sîstemeke  parlemanî ya komalî li Herêma Kurdistanê û helwesta YNK ku ev pêwîstiyeke girîng  bo Herêmê ye.

Em destxweşiyê li Firaksyona Sewz dikin ku roleke berpirsyar dibîne derbarê pirsên girîng û çarenivîsî di parlemana Herêma Kurdistanê de.

Encûmena Navendî her wiha li beramber qeyrana bûdcê û mûçe û elektirîk û sotemeniyê li Herêmê dilgiraniya xwe dide nîşan, her wiha li hember cûdahiya  dikeve nava parêzgehan div î warî de. Em hêvîdar in di zûtirîn  dem de ev kêşe çareser bibin û jib o xizmetkariya ziyatir bo welatiyên Herêma Kurdistanê.

Şehîdên riya azadiya Kurd û Kurdistanê  namirin
Serbilindî ji bo malbatên Şehîdan
Silav li Pêşmergeryên Kurdistanê

Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistan

30/7/2015

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket