Tevgera Balafirên Tirkiyê berdewam e, îro jî li ser Kobanê geriyan

kurdistani 02:24 PM - 2015-07-30
Tevgera Balafirên Tirkiyê berdewam e, îro jî li ser Kobanê geriyan

Tevgera Balafirên Tirkiyê berdewam e, îro jî li ser Kobanê geriyan

Li gorî nûçegîhanên ajansa ANHA’yê, balafirên şer ên Tirkiyê îro pêncşemê di demjimêrên sibê de li ser ezmanên kantona Kobanê geriyan.
Berya çend rojan jî YPG ragihandibû ku Artêşa Tirkiyê bi topan êrişî gundê Zormixarê yê Kantona Kobanê kiriye û çeperên wan û yên Artêşa Azad kiriye encam.
Li Bakurê Kurdistanê jî her roj balafirên şer ên Tirkiyê operasyonan li dijî herêmên Gerîla li Başûrê Kurdistanê lidar dixin, îro jî hate ragihandin ku tevgera hawayî li balafirgeha Amedê ya leşkerî berdewam e.
Bi qasî hate zanîn jî, îro pêncşemê piştî Gerîlayên HPG`ê li dijî atrêşa Tirkiyê li Şirnexê tevger lidar xistin, dîsa balafirên şer şewqî herêmê kirin û şer heya gava amadekirina va nûçeyê di navbera herdû aliyan de berdewam e.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket