Hesen Rûhanî: ''Êran neba, Hewlêr ketibû destê terorîstan''

kurdistani 01:30 PM - 2015-07-26
Hesen Rûhanî: ''Êran neba, Hewlêr ketibû destê terorîstan''

Hesen Rûhanî: ''Êran neba, Hewlêr ketibû destê terorîstan''

Serokomarê Êranê li gel cîgirê serokomar û çend wezîrên hikûmetê gihiştin bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê. Rûhanî di gotarekê de soza cîbicîkirina çend projeyên xizmetkirinê ji bo bajêr da. Rûhanî got ku Êranê nehişt Hewlêr û Bexda bikeve destê DAIŞ’ê.
 
Îro danê sibehê serokomarê Êranê Hesen Rûhanî bi armanca hevdîtinên li gel gel û berpirsên parêzgehê, serdana bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê kir. Rûhanî ji aliyê parêzgerê Sine û parlementerên Kurd ên li parlementoya Êranê ve hat pêşwazî kirin.
 
Hesen Rûhanî li stadyuma Îstiqlal gotarek pêşkêş kir û soza cîbicîkirina çend projeyên xizmet kirinê da. Rûhanî bajarê Sine weke paytexta mûzîka Îranê bi nav kir û soz da bike ‘Paytexta Mûzîkê.’ Rûhanî destnîşan kir ku wê beşa Kurdî li ajansa fermî ya Êranê ÎRNA yê zêde bikin.
 
Hesen Rûhanî derbarê êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Herêma Kurdistan û Êraqê de jî axivî. Rûhanî got ku Îranê pişta Herêma Kurdistan û Êraqê girt, nehişt Hewlêr û Bexda bikeve deste DAIŞ’ê.

PUKmedia / Rojnews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket