YPG li Hesekê taxek din ji DAIŞ`ê paqij kir

kurdistani 12:20 PM - 2015-07-26
YPG li Hesekê taxek din ji DAIŞ`ê paqij kir

YPG li Hesekê taxek din ji DAIŞ`ê paqij kir

Hat ragihandin ku YPG`ê taxa Neşwa ya rojhilatê Bajarê Hesekê ji çeteyên DAIŞ`ê bi temamî paqij kirin.

Şervanên YPG’ê piştî ku çerxeriya stratejîk a Neşwa Şerqî ji çeteyan rizgar kir, di nava 2 rojên dawî de şerên giran di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê qewimîn. Di encamê de çetEyên DAIŞ’ê derbeyên giran xwarin.

Li gorî agahiyên ajansa ANHA`yê şervanên YPG’ê piştî çemberkirina bajarê Hesekê, li taxa Neşwa Rojava û Neşwa Rojhilat şerên giran di navber hêzên YPG’ê û çeteyan de rûdan. Di encama opersyona 2 rojên dawî de taxa Neşwa Rojhilat jî bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin. Di opersyonê statyoma Basil Esed(Medina Riyadi) û derdora ketin bin kontrola hêzên YPG’ê.

Taxên Neşwa Rojhilat û Rojava bi temamî ji çeteyan hatin qapijkirin û di encamê de bi dehan çete hatin kuştin.

Di encama operasyonê de şervanên YPG’ê panzêrên çeteyan, doşça, tirimpêlên ku wekî hamer bi dest hatine çêkirin û gelek çekên sivik û giran ên çeteyan ketin destê şervanên YPG’ê.
Di herêmê de ku ji çeteyan hatiye paqijkirin hemleya paqijkirina mayînan ji aliyê tîmên YPG’ê yên taybet hatiye destpêkirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket